Artêşa Tirk a dagirker  li Amedê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê dest bi operasyonê kir. Gelek helîkopter jî tevlî operasyonê bûn.

Artêşa Tirk a dagirker  li Amedê dest bi operasyonê kir
25 nîsan, 2018   08:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker li sêgoşeya navçeyên Pasûr û Licê yên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bi gelek leşkeran dest bi operasyonê kir.

Ji danê sibehê ve leşker şand bejahiya gundê Saggoze ku di navbera navçeyên Licê, Pasûr û Dara Hênê de ye. Gelek helîkopter û yekîneyên taybet ên artêşa Tirk ber bi herêmê ve hatin şandin.