Gelê Cizîrê berê xwe dide Çiyayê Qereçox

Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê ji bo bîranîna yekemîn salvegera şehîdên Qereçoxê, berê xwe dan Çiyayê Qereçox ê girêdayî herêma Dêrikê.

Gelê Cizîrê berê xwe dide Çiyayê Qereçox
25 nîsan, 2018   08:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo bîranîna şervanên  ku di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser Navenda Giştî ya YPG`ê li Çiyayê Qereçoxê şehîd bûne, bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê  berê xwe dan Çiyayê Qereçox.

Herwiha wê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, partiyên siyasî, şervanên YPG û YPJ`ê jî beşdarî merasîma bîranînê bibin.

Di 25`ê Nîsana 2017`an  de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrîşî Navenda Giştî ya YPG`ê li Çiyayê Qereçox kir. Di encama êrîşê de, 18 şervanên YPG û YPJ`ê şehîd bûn.

(kc)

ANHA