Piştî sed salan neviyên Ermen cardin bi destê neviyên Osmaniyan hatin koçberkirin

Ermeniyên Efrînî yên ji ber kiryarên dewleta Tirk neçar mane ku xwe li Şehbayê bigirin diyar kirin ku dewleta Tirk dîroka xwe ya bi komkujiyan dagirtiye dubare dike.

Piştî sed salan neviyên Ermen cardin bi destê neviyên Osmaniyan hatin koçberkirin
24 nîsan, 2018   09:45

SOLÎN REŞÎD – CAFER CAFO / ŞEHBA

Têkildarî salvegera 103‘an komkujiya Sêfo yak u dewleta Osmanî li dijî gelê Ermen pêk anî bû, hejmarek welatiyên Ermen ên li ji Efrînê ku ji ber kiryarên dagirkeriya Tirkiyê neçar hatin ku xwe bispêrên kantona Şehbayê diyar kirin ku ew ê li hemberî polîtîkeyên faşîzma Tirkiyê li ber xwe bidin.

Piştî 100 salî neviyên Eremenan bi destê neviyên Osmaniyan koçber bûn

Mihyedîn Xerîb Ermenî ye, dema komkujiya Sêfo bavê wî hat Sûriyê û li gundê Hecî Xelîl a herêma Raco bi cih bû. Mihyedîn Xerîb ku temenê 12 salî bû malbateke kurd wî xwedî dike.

Welatiyê Ermenî yê bi navê Mihyedîn Xerîb bavê wî ji ber komkujiya Tirkiyê ku li ser gelê Ermenî pêk anî koçber bû û berê xwe da Sûriyê. Li gundê Hac Xelîl ê girêdayî herêma Racoyê bi cih bû û li wê derê malbateke Kurdî ew xwdî kir. Di wê demê de temenî wî 12 salî bû. Îro jî piştî 100 salan careke din tevî malbata xwe bi destê neviyên Osmaniyan neçarî koçberiyê dibe.

Xerib dibêje ku dewleta Tirk sedema koçberkirina bi hezaran ermenî û kurdan e û anî ziman ku "komkujiyên derjeqê ermen û kurdan de mîna wan di dîrokê de çênebûne."

Mihyedîn Xerîb, destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl da ermenan bi temamî qir bike û wiha dom kir,"Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê re komkujiyan dûbare dike û sivîlan dide koçberkirin."

Mihyedîn, her wiha anî ziman ku ew ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re teslîm nabin û got ne di bin ala YPG û YPJ‘ê de be ew venagerin Efrînê.

Ciwana bi navê Diyana Xerîb, anî ziman ku kalikê wê şahidê komkujiya Sêfo û pêkanînên dewleta Osman bû û behsa wê ji wan re dikir û wiha dom kir, "Tirkiyê dîroka xwe ya bi xwîn û lomkujiyan dagirtî ye dûbare dike, komkujiyên li Efrînê ku di encamê de bi sedan sivîl bûne qurbanî vê yekê nîşan dide."

Elî Xerîb komkujiya li dijî Ermen şermezar kir û anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê sînaryoya komkujiya Sêfo dûbare dike, heman rêbazê ku berê li dijî Ermena pêk hat îro li dijî Kurdan dûbare dibe.

Cemîl Xerîb jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê koçberkirina ermeniyan li Efrînê dûbare dike û wiha anî ziman, "Me li Efrînê bi ewle jiya dikir, Tirkiyê êrîşî me kir, em careke din neçar hatin ku koçber bibin. Em ê li hemberî siyasetên dewleta Tirk bisekinin."

(bx)

ANHA