Ciwanên Reqayê KovaraʺDengvedana Ciwananʺderxist

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê yekemîn kovara nivîskî bi navêʺDengvedana Ciwananʺderxist.

24 nîsan, 2018   09:43

HEMÎD ELÎ / REQA

Kovar ji 20 rûpelan pêk tê. Beşên kovarê wiha ne: Perwerde, çalakiyên ciwanan, spor, behreyên ciwanan, rola jinên ciwan di civakê de.

Komîteya Ciwanan wekî gava destpêkê 500 çap ji kovarê derxist. Gotarên ku di hejmara yekemîn de hatine derxistin wiha ne: Danasîna ciwanan, perwerde û fikrên azad, çalakiyên ciwanan, spor, çand û huner, afrînerên azadiyê, parêzvanên welat, jin û civak û behre û berhem.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Raghandina Ciwanan Ehmed Mustefa El-Hemûd derbarê armancên kovarê de ev tişt got,ʺEm wekî ciwan, piştî rizgarkirina Reqayê ev yekemîn kovare ku em derdixin. Ev kovar wê mehê carekê were lidarxistin.ʺ

El-Hemûd destnîşan kir ku ev kovar wê li herêma Cizîrê û Firatê jî were belavkirin.

(kc)

ANHA