Cozêf Lehdo: Dewleta Tirk li ser xwîna gelên herêmê ava bû

Cozêf Lehdo da zanîn ku dewleta Tirk li ser xwîna gelên herêmê ava bû û taybet li ser xwîna gelê Suryan, Ermen û Kurd hatiye avakirin.

Cozêf Lehdo: Dewleta Tirk li ser xwîna gelên herêmê ava bû
24 nîsan, 2018   10:48

QAMIŞLO

Platforma Danûstandinê ya li navçeya Amûdê têlidarxistin, bi pêşandana belgefilimekî li ser komkujiyên ku dewleta Osmanî derheqê gelê Ermen û Suryan wekî komkujiya Sêfo û komkujiyên derheqê gelê Kurd wekî komkujiya Botan û komkujiya li Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018`an de destpê kirî, hate destpêkirin.

Paşê, Hevserokê Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herîmî ya Kantona Cizîrê Cozêf Lehdo derbarê siyasetên dewleta Osmanî derheqê gelê Suryan û Ermen de, axivî.

Lehdo diyar kir ku dewleta Tirk li ser serjêkirina serê mirovan û xwîna gelê herêmê û taybet  xwîna gelê Suryan, Ermen û Kurd hatiye avakirin û wiha dewam kir,ʺDewleta Tirk   fitne û nîjadperestî di navbera gelên herêmê û Tirkiyê de derxist.ʺ

Lehdo di berdewamiya axaftina xwe de got,ʺDi serdema Sultan Ebd El-Hemîdiye û lewazbûna dewleta Osmanî de, Ebd El-Hemîdiye ji bo şopandina rewşa herêmê, şandeyek rêkir. Şandeya ku rapor ji Ebd El-Hemîdiye re rêkirin, têde gotin gelên herêmê bi awayekî demokratîk û biratî bi hev re dijî. Ebd El-Hemîdiye wê demê gurupek ji çeteyên Tirk bi navê komên El-Hemîdiye ava kirin û ev komên behsa mijarê, qirkirin li dijî gelên Xiristiyan ji sala 1898`an ta 1915`an pêk anîn. Komkujiya ku gelekî trajîdî bû komkujiyaʺSêfoʺ bû, paşê gurupên çete Ermen û Suryan ji herêmê dane koçberkirin.ʺ

Cozêf Lehdo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo desthildariya xwe li ser gelên herêmê bike, fikrên şofînî û terorîst di nava gelan de belav dike û ev hişmendî jî beriya 500 salî dewam dike.

Hevserokê Desteya Şaredariyan Cozêf Lehdo wiha dawî li axaftina xwe anî,ʺRejîma Tirkiyê di dema niha de, bi rêya çeteyên xweʺDAIŞ û El-Nusraʺ komkujiyan derheqê gelên herêmê wekî gelê Kurd, Êzidî, Ermen û Suryan pêk tîne, da ku serdema Osmaniyan nûjen bike.ʺ

Platforma Danûstandinê ku li navçeya Amûdê destpê kir, dewam dike.

(kc)

ANHA