Nexweşiya Leşmaniya di nava Efrîniyên Şehbayê de belav bûye

Di demên dawî de sed welatiyên Efrînê yên di kampa Berxwedan û gundên Şehbayê jiyan dikin bi nexweşiya Leşmaniya ketin. Rêveberên Hevya Sor a Kurd û xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn banga alîkariyê kirin.

Nexweşiya Leşmaniya di nava Efrîniyên Şehbayê de belav bûye
Nexweşiya Leşmaniya di nava Efrîniyên Şehbayê de belav bûye
Nexweşiya Leşmaniya di nava Efrîniyên Şehbayê de belav bûye
Nexweşiya Leşmaniya di nava Efrîniyên Şehbayê de belav bûye
Nexweşiya Leşmaniya di nava Efrîniyên Şehbayê de belav bûye
24 nîsan, 2018   05:34

EFRÎN

Welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar bûn ku mal û milkên xwe terik bikin û berê xwe bidin kantona Şehbayê, di rewşeke zehmet de jiyan dikin. Di nava welatiyên Efrînê de nexweşiyên wekî Leşmaniya û Sil belav bûye. Ev nexweşî jî rewşa welatiyan hîn girantir dike.

Di encama wêraniya li herêma Şehbayê û qirêje li derdorê belav bûye, rewşa jiyanê zehmet dibe. Rêxistinên navdewletî û yên tenduristî jî alîkariyên pêwîst ji şêniyên Efrînê re pêşkêş nakin. Rêveberiya kampê û noqteyên tenduristî rewşên nexweşiyên sil û leşmaniya bi derfetên xwe yên heyî derman dikin.

Rewşa nexweşan û derfetên di destê Heyva Sor a Kurd û rêveberiya Nexweşxaneya Avirîn  tenduristiyê yên li kantona Şehbayê kêm in.

Endamma Rêveber a Nexweşxaneya Avrîn Cîhan Ebdo û Endama Rêveber a Heyva Sor a Kurd Emar Mihemed bang li civaka navdewletî û rêxistinên tenduristî kir ku dermanên nexweşeyên giran û bi taybet leşmaniya ji wan re pêşkêş bikin û dan zanîn ku derfetên wan pir kêm in.

Nexweşiya Leşmaniya hebeke di çermê mirovan de çêdibe. Di riya Mêşa Remil belav dibe, E mêş ku rengê wê zere, xwîna ên bi nexweşiyê ketine, çi mirov bin û çi heywan bin, dikşîne û dema gez kesekî din dike, nexweşî derbasî wî kesî jî dibe.

RAPOR: ŞERVÎN MUSTEFA

KAMÎRA:CEFER CEFO

(dc)

ANHA