Li Semsûrê erd hejiya

Li navçeya Samsatê ya Semsûrê bi pîleya 5,4 erdhej çêbû. Gelek avahî hilweşiyan û 13 kes birîndar bûn.

Li Semsûrê erd hejiya
24 nîsan, 2018   05:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Samsatê ya Semsûrê saet di 03.34’an de bi pîleya 5,4 erdhej çêbû.

Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê diyar kir ku saet di 03.34’an de li navçeya Samsatê ya Semsûrê erdhej çêbûye.

Hate ragihandin 1,4 kîlometre di binê erdê de ev erdhej çêbûye û pîleya wê jî 5,4 e.

Erdhej li Amed, Riha, Mereş, Dîlok, Meletî, Batmanê û bajarên Bakurê Sûriyê wekî Kobanê û Helebê jî te hîskirin.