ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2018
23 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê cenazeyê şervanê QSDʹê Hisên Hisên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye oxir dikin, saet 14.00.Şêniyên bajarê Qamişlo jî cenazeyê Diyar Şermox li goristan Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 17.00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 *Endamê Civaka Katolîk û Meclîsa Sûriyaya  ya Demokratîk li Helebê Cûzêf Qeblan diyar kir ku komkujiyên dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne berdewama komkujiya Ermeniyan ku 107 sal berê pêk anîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Berdevkê Fermî yê Meclîsa Lihevanîna Êlan a Tebqayê şêx Ehmed Silih da zanîn ku Berxwedana Serdemê didome û wiha got, ʺEm qebûl nakin ku Efrîn ji aliyê meclîsa xayînan ve were rêvebirin.ʺ (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

CIVAK Û JIYAN 

*Hevseroka Komîna gundê Yerub, Selwa Cece anî ziman ku li Reqayê hejmara malbatên ku ji ber rewşa şer reviyane zêde bûye û rêxistinên mirovî rewşa wan ji nedîtî ve tên. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gundê Yabins a girêdayî Kantona Şehbayê bi temamî hatiye rûxandin û derdora du hezar û 184 malbatan lê dijîn. Tevî rûxandinan, gel xwe birêxistin dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

 HEVPEYVÎN

*Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Musena Ebdulkerîm diyar kir ku partiya wan ji bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: "Armanca me ew e ku em cûdahiyên siyasî rakin û nijatperestiya ji aliyê desthiladaran di nava gelan de hatiye bi cihkirin, arabikin."

DOSYA

*Di dema ku dewleta Tirk bargehên tirkên asyewî li Sûriyê ava dike, armanc dike ku Efrînê dagir bike û tişta ku li Iskenderona (Hetay) berê pêk anî, niha li Idlib û Şehba jî pêk aniye, li Efrînê pêk bîne. Lê ji ber rewşa Efrîn ê tam ne ketiye destpê wan, têkçûna wan li Efrînê diyar dike. Lewma armanc dike ku di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de tevliheviyê derbixe.

 ANHA