Ragihandina Rojava di 120 saliya Rojnamevaniya Kurdî de, veguherî meşaleya rêzaniyê

Sazî û dezgehên çapemeniyê ku piştî 15`ê Adara 2011`an de li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin avakirin, dikarbûn dengvedana gelên Bakurê Sûriyê bighîne tevahiya cîhanê. Di heman demê de, dikarbû bibe mertal li dijî hewldanên reşkirina şoreşa gelan a li Bakurê Sûriyê û Rojava. Lê di meşa çapemeniya azad a Bakurê Sûriyê û Rojava de, sê jê nûçegihanên me, bi dehan endamên raghandinê di oxira rastiyê de canê xwe feda kirin.

Ragihandina Rojava di 120 saliya Rojnamevaniya Kurdî de, veguherî meşaleya rêzaniyê
Ragihandina Rojava di 120 saliya Rojnamevaniya Kurdî de, veguherî meşaleya rêzaniyê
Ragihandina Rojava di 120 saliya Rojnamevaniya Kurdî de, veguherî meşaleya rêzaniyê
Ragihandina Rojava di 120 saliya Rojnamevaniya Kurdî de, veguherî meşaleya rêzaniyê
Ragihandina Rojava di 120 saliya Rojnamevaniya Kurdî de, veguherî meşaleya rêzaniyê
Ragihandina Rojava di 120 saliya Rojnamevaniya Kurdî de, veguherî meşaleya rêzaniyê
21 nîsan, 2018   04:14

KEMAL NECEM-CÎHAD ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvgera 120 a Cejna Rojnamgeriya Kurdî, ajansa me dosyek derbarê dîroka çapemeniya Kurdî ta avakirina dezgehên raghandinê yên Rojava, amade kir.

Ragihandina Rojava ku wekî çirûskek hêviyê destpê kiribû, di 120 saliya rojnamevaniya kurdî de, veguheriye meşaleyek ku pêlên şoreşê radigihîne her aliyê cîhanê.

Bê goman, ragihandin asta civakekî ji aliyê zanistî û polîtik diyar dike. Pêşketina wê bi bandora wê ya li ser raya giştî tê pîvandin. Di navbera pêşketina civakan û pêşketina ragihandinê de têkiliyek xort heye. Ragihandina Kurdî jî ket 120 saliya xwe û niha di rewşengeriyê de rolek girîng dilîze.

Serpêhatiya çapemeniya Kurd bi rojnameya "Kurdistan" ku di 22’ê Nîsana 1898'an de ji aliyê Miqdad Midhat Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê bi zimanê Kurdî hatiye hate weşandin destpê dike. Li gel hemû astengî û zehmetiyan jî hejmarên rojnameya Kurdistan bi awayekî veşartî li Kurdistanê hatin belavkirin. Rojname ji ber pirsgirêkan li bajarên Qahîre, Cenevre, London û Folkston a li bakûrê Îngîltereyê hatin derxistin. Rojnameyê hem rewşa Kurdan aniye ziman, her jî li hundir û derveyî welat, zordariya li ser Kurdan hatiye meşandin vegotiye. Di nava gel de hişmendiya baweriyê û rola çapemeniyê ya di belavkirina ramana netewî û xebata ji bo rizgarkirina Kurdistanê belav kiriye.

Li Rojava çapemeniya Kurdî

Dîroka çapemeniya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê  bi kovara "Hawar" ku Mîr Celadet Bedirxan di 26’ê Cotmeha 1931'an de bi destûra hikûmeta Sûriyeyê derxistiye destpê dike. Lê hejmara yekemîn a Hawar ku zimanê Kurdî weşan dikir di 15’ê Gulana 1932'yan de hate derxistin. Taybetiya vê rojnameyê ya di dîroka çapemeniya Kurd de ew e ku cara yekemîn bi alfabeya latînî hatiye derxistin. Kovar piştî 57 hejmaran di 15’ê Tebaxa 1943'yan de hate girtin.

Hawar hate girtin, lê pêveka wê Rohanî ku di 1’ê Nîsana 1943'yan de dîsa ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve li bajarê Şamê hatibû derxistin, weşana xwe domand. Taybetiya vê kovara ku 28 hejmar derketin û di sala 1945'an de hate girtin jî ew e ku cara yekemîn cih daye nûçeyên rojane û bûyeran.

Piştî van kovaran çapemeniya Rojava demeke dirêj bêdeng ma. Piştî ku di sala 1957'an de yekemîn rêxistina siyasiya ya Kurdên Rojava "Partiya Demokrat a Kurdistan" hate damezirandin, wekî weşana partiyê "Dengê Kurd" dest bi weşanê kir.

Bingeha serdemek nû: Dengê Kurdistan

Piştî destpêkirina têkoşîna azadiypa Kurdistanê û pêngava 15’ê Tebaxê, li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bo şopandina geşedanan û têkoşîna azadiyê pêdiviya xebatên çapemeniyê derket holê. Di vê çarçoveyê de cara yekemîn di Adara sala 1986’an bi navê Dengê Kurdistan kovarek hate weşandin. Kovara ku xwerû bi erebî tê amadekirin, ji bilî kovara Serxwebûnê wekî weşana herî temen dirêj a çapemeniya Kurd hîn jî weşana xwe didomîne. Kovara ku bi zimanê erebî tê amadekirin û zêdetirîn cih dide nivîs û lêkolînên siyasî û îdeolojîk, bandoreke mezin li ser herêmê çêkiriye û di ronîkirina civakê de rolek girîng lîstiye.

Taybetmendiya kovarê ya herî zêde derdikeve pêş jî ew e ku xwe spartiye hêza cewherî û bêyî ku di bin bandora tu aliyan de bimîne li Rojava bingeha Ragihandina Azad ava kir. Lewma Dengê Kurdistan wekî serdemek nû ya ragihandina Rojava tê binavkirin.

Ji bilî Dengê Kurdistanê ji aliyê hinek partiyên siyasî û derdorên din ên Kurd ve jî gelek rojname û kovar hatin derxistin. Hinek ji vana kovarên Sorgul, Adar, Rojda, Kîzar, Ecras (Zengil), Qedaya Hiwarat, Helwest, Gulistan, Gelavêj, Xunav, Roj, Newroz, Sormî, Aso, Dilav, Hêvî û Zevî. Ji vana gelek hatine girtin, lê hinek jî weşana xwe didomînin.

Dengê Jiyan

Di van demên ku sîstema Baasê pêkutiyên xwe li ser civakê zêde kirin de, jinên Kurd jî li gel hemû zehmetiyan di qada çapemeniyê de jî pêngavên girîng avêtin. Di encama xebatên hatin meşandin de di sala 1998’an de bi navê “Dengê Jiyan” kovara jinê dest bi weşana xwe kir. Kovara ku bi Kurdî û erebî tê amadekirin, hîn jî weşana xwe didomîne.

Heta van salan wekî perçeyên din ên Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber polîtîkayên înkar û tunekirinê, her wiha astengiyên li pêşiya ramanê yên hêzên desthilatdar, çapemeniya Kurd jî, rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye. Lewre jî karên xwe piranî bi veşartî meşandin.

Xebatên çapemeniyê yên xweser (rajin)

Jinên Rojnamevan li Rojava konferansa xwe ya ragihndina jinê (rajin) di sala 2014 lidarxistin. Konferans li ser pêşxistina kar û xebatên jinên rojnemevan rawestiya, herwiha çawa dengê jinên rojava û şoreşa ku lidarxistiye bighîne tevahiya cîhanê. Di encamê de kovara Asoya jinê dest bi weşanê kir, herwiha Ajansa jinê (JINHA) navendên xwe li Rojava vekir.

Rojnameya Ronahî

Bi pêşketin û girseyîbûna têkoşîna azadiyê û şoreşên gelan ên ku ji bakûrê rojavayê Afrîkayê bi bandora tevgera Kurd destpêkirin re, di warê çapemeniyê de jî pêşketinên girîng çêbûn. Li Rojavayê Kurdistanê piştî serhildana 12’ê Adara 2004’an şoreşa gel jî destpê kir. Vê yekê di qada çapemeniyê de jî deriyên nû vekirin. Çapemeniyê jî li gorî geşedanan teşe girt û di 16’ê Cotmeha 2011’an de bi navê Ronahî  rojnameyeke nû dest bi weşanê kir. Rojnameya ku bi erebî û Kurdî tê amadekirin û heftane weşanê xwe dikir, niha her hefteyê du caran weşanê xwe dike. Her wiha wekî pêveka rojnameyê bi navê “Mizgîn” rojnameya zarokan jî di 1’ê îlona 2012’an de dest bi weşanê kir.

Rojnameya Xwendekar

Li aliyê din xwendekarên Kurd ên zanîngehan jî xebatên çapemeniyê dan destpêkirin û di 22’ê Nîsan 2012’an de bi navê “Xwendekar” rojnameyek derxist. Rojname heftane û bi zimanê Kurdî û erebî dihat weşandin. Lê piştî ku rixstina xwendekaran û yên ciwanên şoreşger bûn yek di sala borî de û rêxistinek bi nave Yekîtiya ciwanên rojava avakirin, ev rojname weşana xwe rawestand.

Ronahî TV

Ji bilî rojname û kovaran, bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re, di ware dîtbariyê de jî pêngavên girîng hatin avêtin û di televîzyona Ronahî ku di sala 2005’an de hatibû vekirin, di sala 2011’an de dest bi weşanê kir. Televîzyon niha wekî çavkaniyek sereke û referansek bingehîn a li Rojava û Sûriyeyê ye.

Beriya wê jî yekemîn kanala kurdî bi navê ʺMED-TVʺdi sala 1995`an de dest bi weşanê kir. Paşê navê wê bû ROJ-TV. Di serhildana 12`ê AdarA 2004`an de  ROJ-TV roleke giring di derxistina rastiya serhildanê û kiryarên Rejîma Baas a Sûriyê ya li dijî gelê Kurd li Rojava, lîst. Rûxmî hemû êrîş û zextên Rejîma Baas li ser çapemeniya kurd li Rojava, lê raghandina kurdî tu gav paş de navêtin û bi erka xwe ya dîrokî rabû.

Xebatên radyoyê

Yekemîn  radyoya Rojavayê Kurdistanê bi navê Cudî FM di 20’ê Cotmeha 2012’an li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê de dest bi weşanê kir. Piştre jî li Kantona Kobanê bi navê Kobanê FM di 19’ê mijdara 2012’an û Radyo Rojava FM di  1’ê Nîsana 2013’an de dest bi weşanê kir.  Li Kantona Efrînê jî radyoya bi navê “Efrîn FM” di 10’ê Hezîrana 2013’an de dest bi weşana test, di 1’ê îlona 2013’an de jî dest bi weşana asayî kir, di navbera salên 2014-2015 gelek radyoyên din jî hatine vekirin wek Dirbêsiyê FM, Waşokanî FM, dengê Xabûr,herwiha radyoya dengê xweseriya demokratîk û televizoyna Rojava FM ya xweseriyê.

Ajansa Nûçeyan a Hawar

Di çapemeniya Rojavayê Kurdistanê de yek ji pêngavên herî girîng jî di warê ajansê ku di roja me ya îroyîn de li tevahiya cîhanê rolek gelekî girîng dilîzin de hate avêtin. Piştî amadekariyên ku demek dirêj dom kirin, di 1’ê Adara 2013’an de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li ser înternetê dest bi weşana xwe kir. Ajansa ku bi zimanên Kurdî, erebî, îngilîzî, Rusî, Îspanî û Tirkî weşanê dike, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bajarên Heleb, Şam, û Hesekê yên Sûriyeyê, her wiha Başûrê Kurdistanê buroyên xwe vekirine. Ajans bi kadro û xebatkarên xwe yên pispor di demek kurt de deng veda û bûye çavkaniya hemû sazî û dezgehên çapemeniyê.

Dengê Ciwanên Şoreşger

Ciwanên Rojava ku di pêvajoya şoreşê de rolek girîng lîstin, di qada çapemeniyê de jî xebat meşandin û di Mijdara 2013’an de bi navê “Dengê Ciwanên Şoreşger” kovarek derxist. Kovara ku bi Kurdî û erebî tê weşandin mijarên siyasî, civakî, çandî, dîrokî, aktuel, bîranîn, xebatên ciwanan û hwd. digire dest, her 2 mehan carekê derdikeve. Ev kovar piştî avkirina rêxistina yekîtiya ciwanên rojava, navê wê bû kovara ciwanên rojava.  Kovara ciwanan ya ku eleqeyek mezin dibîne, li herêmê ji bo ciwanan wekî çavkaniyekê tê dîtin.

kovara Silava

di sala 2014an kovara Silava ya jinên ciwan ên şoreşger dest bi weşanê kir. Kovar aliyên civakî,polîtîk, jin, analîz, bîranîn, çand û huner, bîrodzî digre dest. Ev kovar her du meha carekê weşanê xwe dike.

Kovara Lêkolînên Kurdî

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ku ew jî di pêvajoya şoreşê de hate vekirin, xebatên xwe bi riya çapemeniyê radigihîne. Bi vê mebestê di sibata 2014’an de kovara bi navê “Dîraset Kurdiye (Lêkolînên Kurdî)”  hate derxistin. Kovar cih dide lêkolînên li ser mijarên siyasî, civakî, dîrokî, jin û aborî. Kovara ku bi zimanê erebî tê amadekirin, her 3 mehan carekê tê weşandin. Rêvebeî navendê armanc dike ku  kovar bi Kurdî bê weşandin.

Malperên înternetê

Li Rojava ji bilî van weşanan hin rojname û kovarên din ku ji aliyê xwendekar an jî hinek partiyan ve têne weşandin, her wiha gelek malperên înternetê jî hatin vekirin. Piraniya van malperan jî girêdayî partî û rêxistinên siyasî ne. Lê ev malperên behsa mijarê, di warê rojnamevaniyê de pêş neketine û nûçeyên xwe ji malperên Erebî digirin.

Di oxira raghandina dengê heqîqetê gelek rojnamevan şehîd bûn

Di pêvajoya şoreşa raghandinê li Rojava û Bakurê Sûriyê sê nûçegihanên ajasna me(Ajansa Nûçeyan a Hawarê) û gelek nûçegihanên din di oxira raghandina bûyerên Rojava û Bakurê Sûriyê ji cîhanê re şehîd bûn.

Di vê çarçoveyê de, her sê nûçegihanên ajansa me(ANHA) Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz ku Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê dişopandin, di encama komkujiya çeteyên DAIŞ`ê ku di nava sivîlan de pêk hat, şehîd bûn. Hersê nûçegihanên me dema gel ji hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn û xwe gihandin cihên bi ewle, lê çeteyên DAIŞ`ê erebeyên teqemeniyê di nava sivîlan de teqandin û di encamê de, hersê nûçegihanên me dema kêliyên kêfxweşbûna gel ji DAIŞ`ê ji raya giştî re eşkere dikirin, tevlî karwanên şehîd bûn.

Herwiha nûçegihanê Ronahî TV Mustefa Mihemed Şukrî, di şopandina Pêngava Rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê di encama teqîna mayîna çeteyên DAIş`ê şehîd bû.

Di hemam demê de, bi dehan endamên Raghandina YPG û YPJ`ê ji Efrînê ta  Reqa û Dêrazorê dema li ser karê xwe bûn, şehîd bûn.

Giringiya şoreşa raghandinê li Rojava û Bakurê Sûriyê

Saziyên raghandinê li Rojava û Bakurê Sûriyê ku di pêvajoya şoreşê de hatin avakirin, dikaribûn bibin mertl li dijî hewldanên reşkirina şoreşa Rojava. Herwiha rastiya tiştên ku li Rojava çêdibe, derxista holê.

Di heman demê de, çapemeniya Rojava û Bakurê Sûriyê dikaribû dengê şoreşê û dengê îradeya gelan bighînin raya giştî ya cîhanê.

Noqteyeke herî giring ku çapemeniya  azad a Rojava û Bakurê Sûriyê pêrabû, berxwedana şervanên YPG/YPJ û QSD`ê li dijî hemû êrîşên komên çete yên mîna DAIŞ û El-Nusra, ji raya giştî re eşkere kir.

Şoreşa raghandinê ya Rojava û Bakurê Sûriyê jî mîna hemû şoreşên din rastî gelek zehmetiyan hat, ji ber kêmbûna kadroyên pispor û pîşeyî û di heman demê de kêmbûna alavên pêşketî û dorpêça ku li ser Bakurê Sûriyê û Rojava, roleke neyînî di pêşxistina xebatên çapemeniyê li Bakur Sûriyê û Rojava list. Lê meşa ji bo avakirina çapemeniyeke azad bibe dengê civaka azad, bi hemû hêza xwe didome.

(kc)

ANHA