Hestiyên ciwanên artêşa Tirk kuştî hatin dîtin

Şervanên YPG/YPJʹê hestiyên cenazeyên du ciwanên ku li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine kuştin, dîtin.

Hestiyên ciwanên artêşa Tirk kuştî hatin dîtin
Hestiyên ciwanên artêşa Tirk kuştî hatin dîtin
Hestiyên ciwanên artêşa Tirk kuştî hatin dîtin
20 nîsan, 2018   19:03

GIRÊ SPÎ

Piştî du hefteyan ku agahî ji ciwanên bi navên Mecîd Mihemed Xenamî (28) û Ebdulhadî Mihemed Xenamî (29) ên ji gundê Sikerî ya Kantona Girê Spî qut bûn, şervanên YPG/YPJʹê yên ku sînor diparêzin, hestiyên cenazeyênh herdû ciwanan li nêzîgundê Denaykî yê Kantona Girê Spî dîtin. Herdû ciwanan dixwestin sînor derbas bikin û ji bo kar biçin Tirkiyeyê. 

Artêşa Tirk a dagirker herdû ciwan kuştine û avêtine ser sînor. Şervanan hestiyên ciwanan rakirin nexweşxaneya bajarê Girê Spî. 

(mm)

ANHA