ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-04-2018
21 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Platforma partî, rêxistinên siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê li bajarê Hesekê dê were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Sazî û dezgehên çapemeniyê ku piştî 15`ê Adara 2011`an de li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin avakirin, dikarbûn dengvedana gelên Bakurê Sûriyê bighîne tevahiya cîhanê. Di heman demê de, dikarbû bibe mertal li dijî hewldanên reşkirina şoreşa gelan a li Bakurê Sûriyê û Rojava. Lê di meşa çapemeniya azad a Bakurê Sûriyê û Rojava de, sê jê nûçegihanên me, bi dehan endamên raghandinê di oxira rastiyê de canê xwe feda kirin.

*Dewleta Tirk a dagirker çeteyê bi navê Azad Osman wekî Rêveberê Meclîsa Herêmî ya Efrînê ku li bajarê Entabê hatiye avakirin, erkdar kir. 

*Rûspiyên êlên navçeya Til Berekê bi gotina ʺTerorîst kesê ku axa welatekî dagirker dike yeʺ bersiva dewleta Tirk a ku bi behaneya şerê li dijî terorê Efrîn kir, dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Polat Can da zanîn ku QSDʹê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kantona Efrînê Pêngava Bagera Cizîrê rawestand û wiha got,  ʺVê yekê derfet da DAIŞʹê ku bi riya hucreyên razayî xwe jinûve birêxistin bike.ʺ(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Şoreşgera enternesyonel Hêlîn Karaçox li hemberî zîhniyeta dewletê ya îradeya gel dişkîne berê xwe da rêwîtiya azadiya jinê. Rojava bingehê pêşxistina azadiya jinê dît û bû yek ji şervanên YPJ`ê. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

 CIVAK Û JIYAN

*Welatiyê bi navê Idrîs Ibrahîm li Kantona Şehbayê pîşeya xwe didomîne û bi gel re dibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Şêniyên gundê Helincê yê Kantona Kobanê jiyaneke Komînal dijîn, di warê tenduristî û dermankirinê de bi hevre dibin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Jinên gundewarên navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî salane piştî dema çêrandina pez penêr çêdikin. Lê îsal ji ber kêmbûna baranê pez têr naçêre. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Rewşa tenduristî li ya gelê Efrînê yên li Kantona Şehbayê dijîn her ku diçe xerabtir dibe. Rêxistinên navneteweyî jî bi erkên xwe ranabin û vê rewşê ji nedîtî ve tên. Ev yek dihêle ku nexweşiyn cûr be cûr di nava gel de belav bibin.

*Bazarên gelêrî yên bajarê Reqayê meqseda bi sedan gelê herêmê ye. Gel pêdiviyên xwe yên jiyanî bi buhayekî erzan ji van bazaran digirin. Ev bazar ji bilî roja Înê, rojane di xizmeta gel de ne. 

DOSYA

*Hewldanên dagirkeriya Osmanî li Bakurê Sûriyê bê navber didomin. Ev hewldan berê bi riya koordîneya di navbera DAIŞʹê û Tirkiyeyê de pêk dihat. Lê îro bi awayekî eşkere ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tê. Her wiha herêmên Bakurê Sûriyê yên hatine dagirkirin, bûye welayeteke nû ya Tirkiyeyê. Ev yek tê wateya ku siyaseta Tirkirinê li Bakurê Sûriyê bi awayekî eşkere pêk tê. Cîhan jî vê yekê ji nedîtî ve tê. 

ANHA