Bi hatina biharê re jinan dest bi çêkirina penêr kir

Hersal bi hatina demsala biharê re, piştî ku pez ji çêreyê têr dibe jinên li gudan jiyan dikin dest bi çêkirina penêr dikin. Lê îsal ji ber ku bi giştî li Rojava baran kêm hat jinên gund zehmetiyan dikişînin.

Bi hatina biharê re jinan dest bi çêkirina penêr kir
Bi hatina biharê re jinan dest bi çêkirina penêr kir
Bi hatina biharê re jinan dest bi çêkirina penêr kir
21 nîsan, 2018   05:16

HÊVÎDAR HERANÎ / GIRÊ SPÎ

Çanda çandinî û lawirvaniyê ya ku li Kurdistanê bi destê jinên kurd berdewam dike, bi hatina demsala biharê re berhem dide. Bi demsala biharê re jin li gundan ji bo xwarina demsala havînê dest bi çêkirina penêr dikin. Bihara ku pez ji çêreyê têr dike, ji bo gundiyan jî dibe demsala debarê. Jinên gundan jî ji bo debara zarok û malbara xwe hêsan bikin, dest bi xebatê dikin. Piştî ku jin pezê xwe didoşin penêr çêdikin û ji dewê meşkê rûnê nivîşk bi dest dixin. Lê ji ber ku îsal li Rojava û Bakurê Suriye yê bi giştî baran kêm hat, çêre çênebû û pez ma bê giya, gelê ku  li gundan jiyan dikin zehmetiyê dikişînin.

Jina kedkar a bi navê Meryem Mihemed ku li gundê xwe bi salane pez xwedî dike û penêr çêdike, ji gundê Ebo Sirê yê girêdayî navçeya Eyn Îsa jiyan dike. Meryem di derbarê keda xwe, qonaxên çêkirina penêr û zehmetiyên îsal dikişîne ji ajansa me ya ANHA’yê re axivî.

Meryem diyar kir ku dema bihar tê ew pezên xwe dibin çêrê, piştî ku pez ji çêreyê têr dibe, ew sibe zû radibin pez didoşin û gotinên xwe wiha berdewam kir, “Piştî dotina pez em toza hêvînê penêr dixin nava şîr. Piştî şîr dimeyê em wî şîrî rojekî wisan dihêlin. Piştî wê parçe dikin û xwê dikin. Ev penêr heya havînê di nava xwê de tê hiştin. Havînê jî tê xwarin.”

Meryem li ser bandorên barana kêm ya îsal jî axivî û anî ziman ku sala ku herî penêr kêm îsal e, penêrê ku îsal bibin bifroşin nîne. Meryem gotinên xwe wiha berdewam kir, “Li aliyê din jî kiloya penêr bi 900 û erzan e.”

Meryem dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywendîdar kir ku çareyekî ji bê aviyê re bibînin.

ANHA