Rojeva Rojnameyên Erebî..

Hêzên rêjîmê derbasî bajarê El-Dimêr dibe, bajarokên din ên li Qelemûn û başûrê  Şamê li hêviya heman çarenûsê ne, lêpirsîn bi berpirsê êrîşê 11‘ê Îlonê yê girtî li gelê  Asayîşa Bakurê Sûriyê didome. Cebhe El-Şabiya ya Filistinê encûmena niştimanî baykot kir.

Rojeva Rojnameyên Erebî..
20 nîsan, 2018   09:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji mijarên sereke yên di rojeva rojnameyên Erebî bûne manşêt;  hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê, girtina berpirsê êrîşa 11‘ê Îlonê li ser Amerîka, hilbijartinên Iraqê û lidarxistina encûmena niştimanî ya Filistînê û rewşa Yemenê.

Rûsya hewl dide ku bikaranîna çekên kîmyewî derew derxîne û gefên vekirina goran li dijî rêjîmê

Rojnameyên Erebî derbarê Sûriyê de, bal kişandin ser rewşa Dûma, El-Dimêr û Dera. Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Hemleya Mosko ya "Derewderxistina bikaranîna çekên kîmyewî berdewam e û rêjîm hewl dide li Derayê destkeftiyan qezenc bike" weşand. Li gorî nûçeyê, "Mosko duh ragihand ku ew ê hevpeyvîna bi zarokekî re ku diyar kiribû ku ew ji neçariyê xwe dabû naskirin ku bêje ew qurbaniyê êrîşa çekên kîmyewî li Sûriyê bû, pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bike. Mosko helwesta xwe ji êrîşa li ser Dûma cardin tekez dike ku derew e."

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî behsa heman mijarê, nûçeyek bi manşêta "Rêjîm gorên Dûma dikole da ku delîlên kîmyewî veşêre… û şerê li başûrê Şamê destpê dike..Washigton soza xelatkirina Riyad dide" weşand û got, "Rêjîma Sûriyê hewldanên xwe yên veşartina delîlên bikaranîna çekên kîmyewî ku di encamê de bi dehan sivîlên Dûma ya girêdayî Xûtaya Rojhilat jiyana xwe ji dest dan, didomîne. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên rêjîmê gorên qurbaniyên komkujiya kîmyewî dikole û terman didize û şûna wan paqij dike."

Hêzên rêjîmê li El-Dimêr e û derbarê herêmên din danûstandin têne kirin

Rojanameya El-Qudis El-Erebî têkildarî rewşa meydanî ya Sûriyê, nûçeyek bi sernavê "Rêjîma Sûriyê siyasetên xwe yên valakirina bajarê El-Dimêr didome û çarenûsa 100 hezar sivîlî li wargeha El-Yermûk di metirsiyê de ye", El-Şeriq El-Ewset jî sernavê " Rêjîma Sûriyê derbasî El-Dimêr a nêzî Şamê didbe" weşandin. Di nivîsê de tê gotin, "Li gorî ragihandina fermî ya Sûriyê, Hêzên rêjîmê pişt ku çekdarên Ceyş El-Islam bi itîfaqa di navbera herdû aliyan de, ji bajaroka El-Dimêr hatin derxistin, derbasî El-Dimêr bûn. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku danûstandin niha li ser herêmên derdora Qelemûn a Rojhilat di nav de, El-Nasiriya, Ceyrûd, û herêmên din ên başûrê Şamê Yleda, Beyt Sehem û Bebîla têne kirin."

Sûriya û çareseriya siyasî ya windayî

Rojnameyan her wiha behsa çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê, sernavên cuda weşandin, Rojnameya El-Heyat "Bekîn beşdarî xeta aloziya Sûriyê dibe..Astana 9 di Gulanê de dest pê dike" weşand. Li gorî nivîsê "Di gel nakokiyên di navbera welatên rojava ji aliyekî û rêjîma Sûriyê û Rûsya li aliyekî din derbarê çekên kîmyewî li Dûma, doplomasya Cîna beşdarî rola çareseriya aloziya Sûriyê dibe, duh hate ragihandin ku danûstandinên Astana 9 di navîna gulana pêş destpê bike."

Nûçeyê wiha domand" Serokê Çîna Shi Jinping bi teleftonê bi Serokwezîra Birîtanya Tîrêza May û Serokê Tirkiyê Receb Teyyib Erdogan re axivî û pêşevûnên li Sûriyê, piştî êrîşa li ser Dûma ku tê îdîakirin ku kîmyewî hatiye bikaranîn gotûbêjkirin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nûçeyek bi sernavê " Lavrov derbarê dîroka mûzakeriyên Cinêvê bi De Mistura re danûstandinan dike" weşand û got, " Nûnerê Neteweyên Yekbûyî  ji bo Sûriyê Stffan De Mistura dê îro bi Wezîrên Karên Derve yê Sûriyê Sergey Lavrov û yê Parstinê Sergey Shweigo hevdîtinana bike. Tê gotin ku dê rewşa meydanî li Sûriyê, ji bo serxistina danûstanên Cinêv werin gotûbêjkirin."

Berpirsê êrîşa 11‘ê Îlonê hate girtin

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser girtina berpirsê êrîşa 11‘ê Îlona 2001‘an a li dijî Amerîka. Rojnameya El-Heyat sernavê "Tewanbarê êrîşa 11‘ê Îlonê li Sûriyê hatiye girtin", El-Şeriq El-Ewset jî sernavê " Berpirsê êrîşa 11‘ê Îlonê di destê Kurdan dide ye" weşand, di nivîsê de tê gotin, " Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û berpirsên Kurd diyar kirin ku Mihemed Heyder Zemar yek ji endamên hucreya Hamburg ên ku êrîşa 11‘ê Îlona 2001‘an ya li dijî Dewletên Yekbûyî pîlan kir li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kurd (Asayîş) a Bakurê Sûriyê hatiye girtin û niha di lêpirsîna ewlekariya dewletên koalîsyona navdewlî ya li dijî DAIŞ‘ê de ye."

Nakokiyên Hûsiyan didome

Derbarê rewşa Yemenê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Windabûna Serokê Meclîsa Hûsiyan nakokiyên hundirîn ên Hûsiyan kur dike" weşand û got, "Windabûna Serokê Meclîsa Hûsiyan a derbekar Salih El-Semad ji beriya 8 rojan nakokiyên hundirîn ên Hûsiyan kur kir, herdu alî hev din bi fesad û dizîkirinê tewambar dikin. "

Komseriya Bilind a Hilbijaratinên Iraq 6 mîlyon kartên hilbijartinan telf kir

Derbarê hilbijartinên Iraqê, rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Iraq: 6 mîlyon kartên hilbijartinê yên xwediyên wan wernegirtine hatin telifkirin" weşand û got, "Telifikrina bi mîlyonan kartên hilbijartinan ên ku xwediyên wan neçûne wernegirtine ji aliyê Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ye cedelek di navbera lîsteyan de çêkir.Komseriyê ragihan ku 6 mîlyon hatin telefkirin .

El-Cehba El-Şabiya di baykotkrina encûmena niştimanî de bi israr e

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa rewşa Filistînê, nûçeyek bi sernavê " El-Şabiya di helwesta xwe ya baykotkirina encumena niştimanî ya Filistînê de israr dike" weşand û got, "Hevdîtinên Tevgera Fetih û El-Cebhea El-Şabiya ku pêr li Qahire pêk hatibûn  ji bo îqnakirina El-Cehba El-Şabiya ku helwestên xwe derbarê civîna encumena niştimanî ya Filistînê biguhere bi ser nekirin. Tê payîn ku civîn 30‘ê Nîsanê li bajarê Ramela ya Difa El-Xerbiya pêk were."