Lavrov: Amerîka xetên me yên sor li Sûriyê derbas nekir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku welatê wî Rûsya beriya êrîşa leşkerî ya sê alî li Sûriyê ji bo xetên sor koalisyon hişyar kiribû. 

Lavrov: Amerîka xetên me yên sor li Sûriyê derbas nekir
20 nîsan, 2018   10:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di hevdîtneke xwe de li gel ajansa Sputnikê,  derbarê êrîşa hawayî ya sê alî li dijî Sûriyê û ji bo pirsa ‘gelo S-300 bo Sûriyeyê dê werin şandin' got: " tu berpirsyariyeke me exlaqî nema ku em S-300î sewqî Sûriyeyê nekin."

Lavrov her wiha got ku wan Rûsya beriya êrîşa hawayî ya ji aliyê DYA, Fransa û Birîtanay ve, ji bo xetên sor koalisyon hişyar kiribû.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Putin û Trump qet destûr nadin ku di navbera herdu welatan de şer derkeve.

(bx)