Kursiyên hesin li Tebqayê tên çêkirin

Saziya Avakirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di çarçoveya projeyên xwe yên sûdwergirtin ji alavên kevin werşeyek çêkirina kursiyên hesin ava kir.

Kursiyên hesin li Tebqayê tên çêkirin
Kursiyên hesin li Tebqayê tên çêkirin
Kursiyên hesin li Tebqayê tên çêkirin
Kursiyên hesin li Tebqayê tên çêkirin
Kursiyên hesin li Tebqayê tên çêkirin
20 nîsan, 2018   08:33

TEBQA

Werşeya çêkirina kursiyên hesin ev nêzî mehekê li navenda Saziya Avakirinê (El-Rehba navendî ya berê) hatiye avakirin. Werşeya çêkirina kursiyên hesin ji 15 karkeran pêk tê. Heta niha werşeyê nêzî 900 kursî çêkirine.

Armanca werşeyê ku xizmeta hemû saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a herêma Tebqayê bike û her wiha kar û xebatê ji şêniyan re peyda bike.

Hêjayî bi bîr xistinê ku berhemên werşeyê piştî ku pêwîstiyên hemû saziyan pêk bîne wê li sûkên herêmî werin firotin.

(bx)

ANHA