Kêmbûna avê zeviyên Reqa dixe nava metirsiyê

Dewleta Tirk a dagirker avê Firatê qut kiriye, ji ber vê yekê cotkarên gundewarên rojhilatî Reqayê gazincan dikin û di encama wê de av naghêje hemû zeviyên cotkaran.

Kêmbûna avê zeviyên Reqa dixe nava metirsiyê
Kêmbûna avê zeviyên Reqa dixe nava metirsiyê
Kêmbûna avê zeviyên Reqa dixe nava metirsiyê
20 nîsan, 2018   08:25

FÎRAS EL-TEYAWÎ / REQA

Şêniyên gundewarên rojhilatî Reqayê di jiyana xwe de çandiniyê ji xwe re esas digrin. Lê dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kiriye û bilindbûna avê kêm bûye ji ber vê yekê û ji ber ku av bi awayekî kêm dighê zeviyan zerarek mezin dighêje çandiniya cotkaran.  Lê ji aliyekî din ve jî hine cotkarên ku erdên wan ber qeraxên Çemê Firatê ne, ji bo erdên xwe av bidin, bendên ji ax û keviran çêdikin, da ku avê bibin nava zeviyên xwe. Ev yek jî dibe sedema ku av neghêje gelek zeviyên din.

Tê zanîn ku kenala avdanê hemû zeviyên çandiniyê yên herêma Semra ya Reqa heta El-Cidîdat av dide. Her wiha cotkaran tekez kirin ku nêzî 125 satir li ser kenala hene  ji ber vê yekê nahêle ku av bighêje herêmên El-Hos û El-Cezrat.

Girêdayî mijarê cotkaran bang kir ku pêwîste rewşa kanala avdanê bikeve bin konrtolê û ji bo ku zerar neghêje zeviyên cotkaran pêwîste av li hemû zeviyan bi awayekî wekhev were belavkirin.

Di vê çarçoveyê Endamê komîteya Çandiniyê ya Meclîsa Gel a El-Cidîdat  Ebid El-Îbrahîm got ku gelek muxalifat hene, Ji ber vê yekê bang li aliyên peywendîdar kir ku buroyan yan jî  Komîteya Çandiniyê li herêma El-Kerama were avakirin û rewşa avê bixin bin kontrolê, hemû kesên ku qanûnan pêk naynin hesab ji wan were xwestin. 

Her wiha Endamê komîteya Meclîsa El-Hemrat Îsa Xelef tekez kir ku gelek mûxalefat li ser kenala avdanê hene. Xelef diyar kir ku cotkar pompeyan li ser kanala avdanê siwar dikin û av naghêje zeviyên gelek cotkaran.

Îsa di axaftina xwe de bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku rewşa cotkaran bi ber çavan re derbs bikin.

(bx)

ANHA