Efrîniyên li Şehbayê ji ber paşguhkirina civaka navneteweyî ne razî ne

Şêniyên bajarê Efrînê yên li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi cih dibin, ji ber paşguhkirina civaka navnetewyî û dijwariya rewşa jiyanî nerazîbûn nîşan dan.

20 nîsan, 2018   06:53

ŞEHBA

4 hezar welatiyên Kantona Efrînê li 800 konên kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê bi cih dibin.

ANHAʹyê derbarê rewşa jiyanî ya gelê Efrînê yê li kampa Berxwedan dijîn raporek amade kir. Di raporê de bal hat kişandin ser rewşa zehmet a gelê Efrînê û paşguhkirina rêxistinên navnetweyî. Her wiha hat xuyakirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê û Rêveberiya Kantona Şehbayê li gorî derfetên xwe destek didin gel. Her wiha hat diyarkirin ku gelê Bakurê Sûriyê û Kurdistaniyên Ewrûpayê jî madeyên kom dikin û ji gelê Efrînê re rêdikin.  

Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrînê û Şehbayê hewl didin hemû pêdiviyên jiyanî yên gel bi cih bînin. Lê civaka navneteweyî rewşa gel ji  nedîtî ve tê. 

Welatiya bi navê Rûla Karo ya ji herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê da zanîn ku ew ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warê xwe terk bikin û wiha got, ʺZarokên min ji ber dengê top û balafirên dagirkeriya Tirk tirsiyan. Tu aliyeke navneteweyî rewşa me ya trajedîk di ber çava re derbas nekir. 

Welatiya bi navê Cîhan Mihemed a herêma Raco jî diyar kir ku heta Kantona Efrînê bi temamî rizgar nebe, ew venagerin warê xwe. 

Welatiyê bi navê Hec Cemîl ê ji gundê Şîtka ya navçeya Mabata jî destnîşan kir ku Tirkiye sedema rewşa wan dijwar e û wiha axivî, ʺBêdengiya navneteweyî destûr da ku dewleta Tirk êrîşî Kantona Efrînê bike û bi hezaran zarokên me bikuje.ʺ

RAPOR: ŞERVÎN MUSTEFA

KAMERA: CEFER CEFO 

(mm)

ANHA