ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2018
20 nîsan, 2018   04:00

*Dê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*TEV-DEM li navçeya Tirbespiyê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşekê li dar dixe. Saet 17.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Her dem çavên wê bi hêvî bûn, li ser riwê wî yê bi ken herdem hêzî diyar dibû, mural li hebû hevalên xwe belv dike. Hogir Qehreman yek ji lehengên ku hêmana bingeha şoreşa Rojava danî.

 *Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa bang li gelê Efrînê kir ku bi derewên ragihandina Tirk neyên xapandin û wiha got, ʺÇawa baweriya me bi artêş û çeteyên ku Efrîn rûxandin were?.ʺ (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên navçeya Girkê Legê bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd li hember gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û û banga lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Efrînê yên li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi cih dibin, ji ber paşguhkirina civaka navnetewyî û dijwariya rewşa jiyanî nerazîbûn nîşan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên bajarê Hesekê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jinên Ereb ên Kantona Şehbayê siyaseta dewleta Tirk a guhertina demografiya Kantona Efrînê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Cotkarên gundewarên rojhilatê Reqayê ji ber kêmbûna avê bi gazinin ji ber ku erdên çandiniyê bi temamî nayên avdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Saziya Avakirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê werşeya çêkirina kursiyan vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Turkmen amadekariya vekirina kameleyekê li bajarê Minbicê dikin, da çanda Turkmenan vejîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Lîwai Iskenderon beşek ji xaka Sûriyê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkerin. Piştî peymana Sacis Bico lsîtokek navdewletî hate kirin û Tirkiyê paşê rewşa şerê cîhanê yê duyemîn ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn û Di sala 1998'an de dewlea Sûriyê piştî destwerdana Îran û Misrê Iskenderona fermî wekî xaka Tirkiyê qebûl kir.

ANHA