Jinên Ereb guhertina demografiya Kantona Efrînê şermezar kirin

Jinên herêma Şehba yên Ereb guhertina demogafî ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, bi tundî şermezar kirin û gotin ku ev karê Tirkiyê li dijî hemû nirxên exalqî û pîvanên navdewletî ne.

Jinên Ereb guhertina demografiya Kantona Efrînê şermezar kirin
20 nîsan, 2018   04:26

SÎMAV XELÎL/ŞEHBA

Jinên ji pêkhateya Ereb ên herêma Şehbayê derbarê siyasetên dewleta Tirk û kiryarên li Efrînê pêk tîne ji ajansa me re axivîn.

Jina bi navê Neyîma El-Hesen di destpêka axaftina xwe de kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Efrînê pêk tîne şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk welatiyên resen ên Efrînê dide koçberkirin û çeteyên Dûma û Xûta li Efrînê û gundên wê bi cih dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê mal û milkên welatiyên Efrînê dizîn û talan kirin. Armanca wan bi vê yekê ew ku welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê bikin, da ku bi demografiya herêmê bidin guhertin."

Neîma El-Hesen di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê didome û tekez kir ku wê gelê Bakurê Sûriyê heta dawî li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer bike û berxwedana xwe bidomîn e.

Jina bi navê Yasmîn Qilîşaro jî derbarê siyasetên dewleta Tirk nerazîbûna xwe anî ziman û wiha axivî: "Dewleta Tirk bi zanebûn çeteyên xwe û malbatên wê li Efrînê bi cih dike. Ev biryara wan bandora neyînî li hemû pêkhateyên Sûriyê dike. Bandora wê ne tenê li dijî gelê kurd e. Siyaseta wan li dijî hemû pîvan û biryarên navdewletî ye."

JIna bi navê Bediriya Welo jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:"Nasnameya Efrînê vedigere hezarên salan, niha dewleta Tirk dixwaze dîmografiya wê bide guhertin û malbatên çeteyên xwe li şûna gelê kurd bi cih bike. Ev nayê qebûl kirin. Banga min ji NY re ku di zûtirîn dem de li dijî van binpêkirinên li Efrînê pêk tên, helwest nîşan bidin."

(dc)

ANHA