Balafirên Iraqê noqteyên DAIŞʹê yên li Sûriyê hedef girtin

Balafirên şer ên Iraqê noqteyên DAIŞʹê yên li Sûriyeyê dikevin bombebaran kirin.

Balafirên Iraqê noqteyên DAIŞʹê yên li Sûriyê hedef girtin
19 nîsan, 2018   13:26

NAVENDA NÛÇEYAN 

Balafirên şer ên Iraqê bi koordîneya bi rêjîma Sûriyeyê re, noqteyên DAIŞʹê yên li ser sînorê Sûriyê-Iraqê û dikevin nava axa Sûriyê hedef girtin.  

Serokwezîrê Iraqê Heyd El-Ebadî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got, ʺLi ser fermana, Fermandarê Giştî yê Hêzên Leşkerî Heyder Ebadî, hêzên me yên hewayî derbeyên giran li noqteyên DAIŞʹê yên li Sûriyeyê dan. Ji ber ku noqteyên DAIŞʹê yên li ser sînorê Sûriye-Iraqê xetereyê li ser axa Iraqê ava dikin.  

Berdevkê Leşkerî yê Iraqê jî anî ziman ku derbeyên hewayî bi koordîneya bi rêjîma Sûriyeyê re pêk hatin. 

(mm)