Li Minbicê duyemîn foca leşkerî hat avakirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duyemîn foca leşkerî ya bi navê ʺŞehîd Ebdo Doçkaʺ bi beşdariya 250 şervanan ava kir.

Li Minbicê duyemîn foca leşkerî hat avakirin
19 nîsan, 2018   13:17

MINBIC 

Piştî ku dewreya perwerdeyê ku 45 rojan dom kir bi dawî bû, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duyemîn foca leşkerî bi navê ʺŞehîd Ebdo Doçkaʺ ava kir. 

Di merasîma avakirina foca leşkerî de, fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî amade bûn. 

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ibrahîm Hemdan axivî, avakirina foca duyemîn pîroz kir û wiha got, ʺArmanca ji avakirina focên leşkerî, xurtkirina hêza leşkerî ji aliyê bîrdozî û siyasî ve ye. Aliyên derve hewl didin ewlehiya herêmê derb bikin. Li hember vê yekê ciwanên Minbicê xwe birêxistin dikin û van hewldana vala derdixin. 

Hemdan soza parastina axa Minbicê li dijî gefên dijmin da. 

Bavê şehîd Ebdo Doçka, Şêx Ibrahîm jî axivî bidawîbûna dewreya perwerdeyê li şervanan pîroz kir û wiha got, ʺJi ber em ji şehîdên xwe re wefadar bin, divê em axa welatê xwe li hember êrîşên dagirkeriyê biparêzin.

Di dawiyê de şervanan dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ berz kirin. 

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd Ebdo Doçka 9ʹê Nîsana sala 2015ʹan di operasyona rizgarkirina Minbicê de şehîd bûye.  

(mm)

ANHA