Akademiya Meclîsa Jina Sûrî dewreya duyemîn bi dawî kir

Li Akademiya Meclîsa Jina Sûrî duyemîn dewreya perwerdeyê ya bi navê ʺŞehîd Bêrîtanʺ bi dawî bû.  

Akademiya Meclîsa Jina Sûrî dewreya duyemîn bi dawî kir
19 nîsan, 2018   14:02

REQA

Di dewreyê de 25 jinên ereb ên ji bajarên Reqayê û Dêrazorê amade bûn. Di dewreyê de dersên wekî ʺdîroka jinê, tegîn, şerê taybet, rexne û rexnedayînʺ hatin dayîn. 

Endama dewreyê ya bi navê Xada Ehmed got ku wê maf û azadiya jinê nedizanîbûn û wiha axivî, ʺMe nizanîbû ku mafê jinê çawa tê parastin. Dema min perwerde dît min gelek agahî li ser civakê û sîstemên desthilatdar nas kirin. Bi riya perwerdeyê min kesayeta xwe pêş xist.ʺ 

Dewreya perwerdeyê bi şahiyekê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA