Binpêkirin û talankirina li Efrînê siyaseteke qirêje-2

Artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên welatiyên Efrînê didizin û talan dikin. Malê welatiyan bi zorê desteser dikin û dikin yê xwe. Di heman demê de diziya tiştên dîrokî û şûnwaran jî dikin. Lê, hin saziyên çapemeniyê yên bi ser wan ve hin tiştan dixin rojevê da ku siyasta talan û diziyê ku pêk tînin veşêrin.

Binpêkirin û talankirina li Efrînê siyaseteke qirêje-2
Binpêkirin û talankirina li Efrînê siyaseteke qirêje-2
Binpêkirin û talankirina li Efrînê siyaseteke qirêje-2
18 nîsan, 2018   06:34

ROJ MÛSA-EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN

Efrîn kirine 30 parçe, ji bo diziyê behaneyan derdixin

Şêniyên Efrînê li hindirê Efrînê li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê li ber xwe didin. Li dijî hemû cûreyên tundî û kiryarên hovane liber xwe didin û di malên xwe de dimîn in. Hemû biryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ku hema kopiyek ji qanûnên DAIŞ'ê yên li Reqa û Mûsilê li ser gel ferzkiribûn qebûl nakin û li dijî wan derdikevin. Welatiyekê ji Efrînê ev agahî dan me û got ku porê jinan bi zorê didin girtin û nahêlin jin bi rehetiya xwe li kolanan bigerin. Her wiha hate gotin ku çeteyan Efrîn di nava xwe de kirine 30 perçe. Her komek çete di cihekî de bi cih bûye.

Dizî û talana ku Artêşa Tirk bi behaneyên cûrbecûr ên ji rastiyê dûr pêk tînin, di bin sîwana derewan de tê kirin. Malbatên ku talan dikin, destpêkê dibêjin ku têkiliya wan bi YPG'ê re heye, ji ber wê jî dibêjin ku diziya wan û heta qetilkirina wan helale. Li gorî fetweya hin şêxên Tirkan ku derxistine ji bo xwe van kiryarên xwe yên qirêj rewa dibînin.

Çete û artêşa Tirk bi rêbazên cûda cûda malên welatiyan talan dikin û didizin. Malan dikin navendên xwe yên leşkerî. Carna jî bi îdaya ku herêmê ji çekan paqij dikin, derbasî malan dibin. Wiha jî dizî û talankariya xwe vedişêr in.

Li ser tiştên didizin lihev dikev in

Gelek saziyên çapemeniyê yên herêmî û cîhanî talankarî û diziya ku çeteyên Artêşa Tirk li navenda Efrînê pêk tîn in, belge kirine. Ev di roja 18'ê Adarê de, roja yekem ku Efrîn dagirkirin, roja ku welatî ji bo di komkujiyan re derbas nebin, ji Efrîn derketin. Komkujiyan dawî jî li taxa Mehmûdiyê pêk hat. Di encamê de 27 welatiyên sivîl ku jin û zorok jî di nav de şehîd bûn.  Welatiyê bi navê M.S. derbarê wê rojê de got ku heger çeteyan bi karibuya wê asfalt ji ser riyan rakiriban a û dizîbana.

Di dîmen û wêneyên hatin weşandin de diyar dibû ku çawa artêşa Tirk û çeteyên wê dikanan talan dikin. Heta tiştên herî hûr ên di dikanan de didizîn. Vê yekê rastiya artêşa Tirk û çeteyên wê li ber çavê hemû cîhanê eşkere kir. Di heman demê de di rojên pêş de dê Artêşa Tirk û çeteyên wê bi xwe re bînin jî diyar kir. Efrîna ku bi aramiya xwe dihate naskirin, niha bû wekî Reqa û Mûsil di dema DAIŞ'ê de.

Komên çete yên bi Artêşa Tirk re ketin Efrînê gelek caran bi hev re şer kirin. Li ser tiştên ji Efrînê didizîn û talan dikirin, bi hev re şer dikirin. herî dawî jî şerê di navbera Firqeya El-Hemzat û Ehrar El-Şerqiye derket. Şerê wan li navenda bajarê Efrînê rû da. Şerê wan li ser tiştên ji malên sivîlan dizîbûn meha derbasbûyî derket.

Şûnwarên Efrînê didiz in

Çeteyan ne tenê berhemên çandiniyê û mal û milkên welatiyan jî dizîn û talan kirin. Lê belê şûnwar û dîroka Efrînê jî hate dizîn û talankirin. Dewleta Tirk cihê dîrokî li Girê Eyn Dare bombebaran kir. Li gorî qanûnên navdewletî ev kiryara wan qedexeye. Di heman demê de mezarê li Nebî Hûrî ya navçeya Şêraw bû jî rakirin. Hin malên kevin û dîrokî bi buldozeran rakirin da ku li şûna wan li tiştên dîrokî û şûnwaran bigerin. Li gundê termîşe ya navçeya Mabata di 3 nîsanê de dest bi kolandinê kirin. Rê nadin welatî derbasî gund bibin, da ku bi kêfa xwe tevbigerin.

Di heman demê çeteyan Mezelê Tekoşerê Kurd Nûrî Dêrsimî ruxandin. Dewleta Tirk a dagirker hêza herî mezin ku herêmê tevlîhev dike û rê dide çeteyan ku dizî û talanê bikin. Ji ber ew hêza ku ji dizî û talanê sûd werdigre. Artêşa Tirk dema êrîşa li ser Efrînê da destpêkirin, ji çeteyan re gotin ku ew ê rê bidin wan ku dizî û talan bikin. Ji bo vê yekê jî sûkek ji tiştên ji Efrînê dizîn bifroşin li Ezaz a Sûriyê û Kilîs a Tirkiyê hatin vekirin.

Siyasetek qirêj dimeşî in

Hikûmeta Tirkiyê çeteyan li ser dizî û talanê teşwîq dikin. Ev yek ji siyasetên wan e ku rê bide çeteyên xwe ku dizî û talanê bikin. Bi vê yekê jî wê çeteyan ne baş  di nava gel de nîşan bidin, wiha jî wê çeteyan ji herêmê derbixin û ji Sûriyê qut bikin. Heman siyaset di sala 1939'an de li Iskenderona pêk anîn.

Artêşa Tirk ji bo xwe baş nîşan bide û baweriya şêniyên Efrînê bi xwe bîne, xwarinê û alîkariyan car caran li welatiyan belav dikin. Di heman demê hin cihê giştî ku wan bi xwe ruxandin temîr dikin. Lê şêniyên Efrînê û girêdana wan bi xaka wan û çalaiyên YPG/YPJ'ê hemû pîlanên wan vala derdixe.

Komên çete jî dixwazin ruyê xwe yê reş sipî nîşan bidin. Piştî Efrîn talan kirin û mal û milkên welatiyan dizîn. Di bin navê Dozgeriya Leşkerî ya girêdayî Çeteyên Artêşa Tirk ji şêniyên Efrînê xwestin ku li dijî ên malên wan dizîne doz vebikin. Ji xwe wan bi xwe dizî kiriye.

Derbarê mijarê de daxuaniyan derdixin û ji şêniyên Efrînê dixwazin serî li wan bidin û tiştên wan ên hatine dizîn û belgeyên wan ên fermî hene serdana Dozgeriya Leşkerî ya Ezazê bikin ev jî lîstokek din a Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

Jina bi navê S.A. derbarê kiriyarên çeteyan û diziyên ji Efrînê kirin got ku wê li gel wan qeyd kir ku tirmpêla wê hatiye dizîn, lê tu fayde nîne û ev tişt anî ziman: "Ew derewan dikin. Lîstokên ragîhandinê pêk tîn in. WEkî din jî alîkariyan li ber kamîreyan belav dikin, ema piştî kamîre diçe tiştekî belav nakin."

(dc)

ANHA