‘Şûnwaran bi parêzin’

Bi boneya Roja Cîhanî ya Şûnwaran Desteya Tûrîzim û Parastina Şûnwaran a herêma Cizîrê bang li tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku şûnwarên herêma Efrînê li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker biparêzin. 

‘Şûnwaran bi parêzin’
18 nîsan, 2018   07:04

NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li ser Efrînê de gelek şunwarên herêmê ruxand. Lê saziyên peywendîdar ê navnetewî li beramberî van kiryarên dewleta Tirk bê dengiya xwe di domînin.

Desteya Tûrîzim û Parastina Şûnwaran a herêma Cizîrê daxuyaniyek da û banga xwedî derketina li şunwaran kir. 

Desteye di daxuyaniya xwe de got ku, “18ʹê Nîsanê Roja Cîhanî ya parastina Şûnwaran e. Di vê rojê de UNESCO ragihand ku şûnwaran, pirtûkan û hwd li tevahî cîhanê biparêzin.” 

Desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku di vê rojê de Desteya Tûrîzim û Parastina Şûnwaran a herêma Cizîrê-Sûriyê da zanîn ku ew li hember hevpeymana navneteweyî ya parastina şûnwaran rêzdar e û soz da ku ew ê bi hemû hêza xwe şûnwaran biparêzin. 

Desteyê bang li tevahî sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku şûnwarên herêma Efrînê li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker biparêzin.ʺ 

 (mm)

ANHA