YJŞ: Çarşema Sor Wê Bibe Bingeha Azadiya Êzîdiyan

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya cejna çarşema sor pewamek weşand. Fermandariyê got ku, “Wekê YJŞ’ê yê ku li ser şopa Binevşan, Xaneyan, Berîvanan û Nazêyan xwe birêkistin dikin û rêya têkoşîna wan ji xwe re wekê bingeh digrin; em çarşema sor ya cejna serê salê li hemû gelê xwe pîroz dikin.”

YJŞ: Çarşema Sor Wê Bibe Bingeha Azadiya Êzîdiyan
18 nîsan, 2018   06:20

NAVENDA NUÇEYAN

YJŞ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên li ser êzîdiyan û got ku ewê heya dawî nirxên civaka êzîdî bi parêzin u wiha pêde çu, “Em jî wek hêzên parastina jinên êzidî vê roja pîroz li zarok û jinên êzidî yên ku hîna  di destê çeteyên Daîş`ê de ne li wan pîroz dikin û bi buneya vê rojê jî em soz didin ku ev roj bibe roja azadiya gelê êzîdî û hemû gelan.”

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye;

“Rastî û pir rengbuyîna  rojhilata navîn baş tê zanîn ku çavkaniya xwe ji pêkhateyên cuda û bawerîyên cuda re xwe dide naskirin. Axa mezopotamya ya qedîm û ya   rojhilata navîn jî cihekê wisa ye ku azadiya hemû baweriyan û ya gelan bi hevre dide jiyankirin û jêre rêz dide girtin û vê rastiyê derdixe holê. Bawerî û azadiya gelan jî xwediyê vê rastiyê ye ku nayê înkar kirin. Gel û bawerîyên axa mezopotamya jî, Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî û Êzidî di dîrokê de heya niha bi hevre jiyankirine û yekitîya xwe ya biratiyê û daxwaza jiyanê kirine. Rojên gelan û baweriyan yê pîroz hene û çêbune. Bi van rojên pîroz û muqades re bi rastiya baweriyên xwe re xwesta daxwazê xwe dikin. Wek Rêberê Azadiyê  Rêber APO jî dibêje; di nava dirokê de gelê qedîm û di baweriya Êzîdiyan de cejna çarşema sor xwedî cihekê girîng û pîroz e.

Li ser vê bingehê baweriya gelan re vê roja çarşema sor di her salekê de bi keyfxweşîyê û şanazîyê tê pîroz kirin. Dijminahiya ku di navbera pêkhateyan û gelan de di sedsala 21. mîn de  gelê Êzidî ne di nava vê xelekê de ye. Di despêka dîrokê de heya vê demê re gelê êzidî bi gellek ferman û zextan re rû bi rû maye. Fermana dawî ya ku ji aliyê çeteyên Daîş`ê ve  pêkhat fermana 73.an hat jiyankirin. Lê belê ruxmê ku zextên  ji derve û hûndir de her çendî  xûya bike jî, weke her sal gelê me roja çarşema sor pîroz dike. Em jî wek hêzên parastina jinên êzidî vê roja pîroz zarok û jinên êzidî yên ku hîna  di destê çeteyên Daîş`ê de ne li wan pîroz dikin û bi buneya vê rojê jî em soz didin ku ev roj bibe roja azadiya gelê êzîdî û hemû gelan.

Wekê YJŞ’ê yê ku li ser şopa Binevşan, Xaneyan, Berîvanan û Nazêyan xwe birêkistin dikin û rêya têkoşîna wan ji xwe re wekê bingeh digrin; em çarşema sor ya cejna serê salê li hemû gelê xwe pîroz dikin û carek din bi vê baweriyê  hêviya xwe û daxwaza xwe ya azadiya gelê Êzidî û soza ku me daye gelê xwe em carek din ji nû ve dubare dikin.”

ANHA