Qehtan Elî: Armanca me ji hilbijartinan azadiya Êzdiyan e

Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Azadî û  Demokrasîya ya Êzîdiyan Qehtan Elî diyar kir ku armanca wan ji beşdarbûna hilbijartinan ew e ku rê nedin ku komkujiyên nû li dijî civaka êzîdî pêk were.

Qehtan Elî: Armanca me ji hilbijartinan azadiya Êzdiyan e
18 nîsan, 2018   04:26

HOGIR NECAR-AZAD SEFO/ ŞENGAL

Ola êzîdî ji kevintirîn olên Rojhilata navîn û tevahî herêmê ye. Ev ol xwedî mîrasek kevnar e. Lê di nava dîrok de di serdemên derbasbûyî de gelek komkujî li dijî civaka êzîdî pêk hat, lê care ke din wan parstina hebûna xwe kir.

Herî dawî di sala 2014'ê de civaka êzîdî rastî êrîşa çeteyên DIAŞ'ê hat. Hêzên pêşmerge ji Şengalê vekişiyan û civaka Şengalê bê parstin hiştin. Civaka êzîdî ji bo parstina xwe û di çarçoveya xwerêxistinkirinê de partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADE) hate avakirin. Bernameya siyasî ya partiyê li gorî qanûna partiyên Îraqê hate destnîşankirin.

Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Azadî û  Demokrasîya ya Êzîdiyan Qehtan Elî derbarê avabûna partiyê û kar û xebatên wê ji ajansa me (ANHA) re axivî û bal kişand ser beşdarbûna partiya wan di hilbijartinên parlemantoya Îraqê de.

Elî di destpêka axaftina xwe de êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê bibîr xist û wiha got: "Piştî hin aliyan îxanet bi civaka êzîdî re kir, di nav wan de hin aliyên êzîdî jî hebûn. Hêzên gêrîla ji bo parstina sivîlan ketin Şengalê û parastina herêmê kirin. Piştî herêm ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin, civaka êzîdî meclîsên xwe yên herêmî li Çiyayê Şengalê saz kirin. Di sala 2016'an de şêniyên herêmê civiyan û li dijî DAIŞ'ê liber xwe dan û herêm bi tevahî rizgar kirin. Di encamê de dema em di nava hin aliyê siyasî de bûn alîkariya me ne kirin, ji ber vê yekê me dît ku avakirina partiyê girîngiyeke da ku em xwe ji zulma çeteyan rizgar bikin."

Elî, her wiha da zanîn ku dema wan nû partî ragîhandin, ji aliyê partiyên Başûrê Kurdistanê ve rastî zextê hatin û wiha dom kir: "Lewma me tevgera xwe zêde kir, da ku em wekî partî di destûra Îraqê de wekî parityên din ên êzîdî werin qebûlkirin,."

Qehtan Elî hin partiyên ku li gorî siyasetên şaş tevdigerin jî bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hin partiyên siyasî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Berjewendiyên civakê li pey xwe hiştine. ji bo em li ser tevgera van partiyan rawestin, me bi wan re hevdîtin pêk anî. Di encamê de me lîsteyek ji 4 partiyan saz kir. Beriya niha dengê civaka êzîdî di nava PDK û YNK'ê de winda dibû."

Qehtan her wiha destnîşan kir ku piştî hin partiyan qebûl nekirin ku di nava lîsteya wan de cih bigirin diyar bû ku ew partî nûnertiya civaka êzîdî nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ew partî ne ji bo parstina civaka êzîdî dixebitin. Ew nûnertiya îradeya xwe nakin, lê belê ji bo pêkanîna siyasetên hin aliyên derve tevdigerin. Ji ber piştgiriya wan ji wan aliyan e."

Qehtan Elî, her wiha da zanîn ku hin alî hewl didin ku welatiyên êzîdî dûrî partiya wan bixin û got ku partiya wan ne partiyek netewî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Raste partiya me ne li ser esasê netewî hatiye avakirin. Lê tu kes nikare netewa me ji me bigre. Em ne wekî yên din in. Em bi netew û olê bazaran nakin. Hin partî me tewambar dikin. Lê ew çi dibêjin bila bêjin. Tiştê girîng  ji me re civaka me ya êzîdî çi dibêje. Armancên wan çibûn. Heta niha nikarîbûn ola êzîdî di destûrê de bi cih bikin. Di hilbijartinên parlematnoya Îraqê de piştî wan partiyan lîsteya me qebûl nekirin, wê tenê yek kes nûnertiya civaka êzîdî bike. Ev sûceke di heqê civaka êzîdî de, ev hejmar têra herêma Şengalê nake."

Qehtan Elî derbarê naveroka bernameya partiya xwe de jî got ku armanca sereke ya partiya wan yekîtiya civaka êzîdî û azadiya wan e û wiha dom kir: "Di heman demê de em armanc dikin ku ola êzîdî di destûra Îraqê de were bi cihkirin. Her wiha nasnameya Şengalê ya civakî û leşkerî jî were bi cihkirin, da ku rê neyê dayîn ku komkujiyên nû li dijî civaka Şengalê pêk were."

Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Azadî û  Demokrasîya ya Êzîdiyan Qehtan Elî her wiha destnîşan kir ku partiya wan dixwaze ku wekî hemû pêkhateyên din, hebûna êzîdiyan û mafê wan di destûra Îraqê de bi cih bike, her wiha mafê azadiya jinan û wiha dirêjî da azaftina xwe: "Di nava sîstema federal a demokratîk de cihê civaka êzîdî were bi cihkirin. Rola jinan were parstin, hemû mafê êzîdiyan ên di nava dîrokê de hatine binpêkirin werin vegerandin.  Komkujiyan Şengalê wekî fermî were qebûlkirin. Her wiha xebatên ji nûve avakirina herêmên êzîdî yên rûxyayî were destpêkirin. Piştgiriya partiya wan were kirin. Banga min ji civaka êzîdî re ku dengê xwe bidin me."

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan bi hejmara 169'an û bi diurşmeya "Bi îradeya xwe dengê xwe bide" ketiye hilbijartinan, namzetên wan jî Semîr Derwîş, Xwedêda Murad û Reşo Pîso ne.

(dc)

ANHA