Çarşema Sor…Destpêka afirîneriya jiyanê

Çarşem rojekae îrze, Qiral Fexredîn ji Işqê û dil afirandiye, Çarşem rojek bê hesabe, ev bersiv ji melaîketan htiye, di vê rojê de dergehên xêrê têne vekirin.

Çarşema Sor…Destpêka afirîneriya jiyanê
18 nîsan, 2018   04:04

KADAR IBREHÎM/QAMIŞLO

Çarşem rojeka fadile Melik Fexredîn afrandibû ji eşiq û dile Nasnedikir rihetî û xefiletê. Çarşem rojeke bi hesabe Ji ba wan meleka hatî ev cewabe. Derîyêt xêra divekirîn ji rojhelat heta rojava.

Ev qewlên olî di roja "Çarşema Sor de têne gotin. Her wiha bi duayîn ji xweda û spasiya Melekê Tawis re têne domandin.

Di êzdayetiyê de jî baweriya bi afireniriya xweda ya jiyanê tê û tê gotin ku cîhan roja çarşemê hatiye avakirin.

Civaka êzîdî û ji ber ku piraniya şûnwar û kevneşopiyên xwe yên kevin ji ber êrîşên bê hempa ku rastî wê hatin winda kirine, lewma agahiyên xwe ji qewlên olî werdigrin.

Wekî mînak

"Aferîna dinyayê”

Xwedawendê me înê kir esase

Şemî boyê berê kirase

Çarşem boyê kir xilase

Roja Çarşema serê nîsanê li gorî hejmartina rojhilat, li gel kurdên êzîdî cejne û navê "Şarşema Sor lê tê kirin. An ku sersala êzîdiyan e.  Cejin di buharê de, dema gul û çîçek vedibin pêk tê. Rengên xwezayê zindî dibe.  Di vê demê de xecxecog şîn dibin. Hin zanyar dibêjin ku ji ber wiha nav li cejna Çarşema Sor hatiye kirin,

Hin zanyarên dijn jî dibêjin ku ji ber gelek xwîna kurdên êzîdî di dema dewletên wan ên berê de hatiye rijan din.

Mîtolojiya êzîdiyan dibêje ku erd tarî bû mij û tarî bû. li ser riwê jî qatek qeşa hebû, xweda di roja Çarşemê de Melekê Tawis şand ser erdê da ku wê ava bike û jiyanê pêk bîne. Bi emrê xweda Melekê Tawis cara yekem li Laleşê (li herêma Şêxan a Başûrê Kurdistanê ye) daket. Ji ber qeşa li ser erdê hebû, ew li ser dara Hirhir daket. Bi Emrê xwedê qeşa heliya û jiyan bi dinyê ve hat.  Germahî zêde bû qeşa heliya û jiyan mayînde bû.

Lewma ev roj bû sersala êzîdiyan û navê Çarşema Sor lê hate kirin.

Li gorî oldaran heta sala 216'an beriya zayînê kurdan wekî cejneke olî ev roj pîroz dikirin, lê piştî xaka Kurdistanê bi xwîne şehîdan hate avdan û piştî serekftina li ser dewleta herî zalim, dewleta Medan a kurdî ava bû, ji wê rojê ve ev cejin bû cejneke netewî û cejneke olî. Şêx Adê bin Musafirê Hekarî lêvegereke olî ya êzîdiyan e, mezarê wî ji niha li Laleşê ye.

Ev qewlên olî derbarê wê de wiha dibêje:

Çarşema serî Nîsanê

ŞêxAdî , şêx Şims xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzdîxanê

Ewe cejna Kurdistanê

Bi rasthatina roja Çarşema Sor li gorî hejmartina Rojhilat, gelê kurd ên zêzîdî xwe ji bo pîrozkirina vê rojê roja vejînê amade dikin. Roja afirandina erdê. Ev rojeke pîroz e li gorî baweriya êzîdiyan.

Di vê rojê de merasîmên taybet têne kirin, welatiyênb êzîdî di vê rojê de di saetên destpêka rojê de ji xwe şiyar dibin.  Cilên herî baş lixwe dikin, qurbaniyan li gorî rewşa xwe ya aborî serjê dikin, ketina malên xwe bi gul û çîçekan û bi taybet gulîlka nîsanê dixemilîn in.

Di dema ku jin xwarinan made didin, ciwan 12 hêkên kelandî rengîn dikin, her sê hêkan bi rengê demsalekê rengîn dikin. Wan dixin mesefekê de û di nava malê de datîn in. hêk gurovere, ev jî şeklê goga zemînê nîşan dide. Kelandina hêka nîşana ku zemîn qeşa li ser hebû, kelandina wê tê wateya ku qeşa ji ser hate rakirin, rengên lê têne kirin, jî nîşaneya gul û çîçekên bi hatina Melekê Tawis şîn bûne nîşan dide. An jî demsala buharê nîşan dide, buhar destpêka jiyana nû ye.

Welatî di roja sêşemê de serdana goristanên xwe dikin. Hêlan, mêw û şêraniyê bi xwe re dibin û li hev û kesên xizan belav dikin.

Hin kevneşopiyên kevin hene, ew jî ku di vê rojê de erd nayê cotkirin, ji ber çandinî di vê rojê  mehê de vebûye, li ser nîsanê dibêjin bûka sale. Ev qewil vê yekê nîşan dide.

 Nîsan  bûka sale; di ser xwere bûk nine

Êzîdiyên Rojava û Çarşema Sor

Li herêma Cizîrê û Kantona Efîrnê welatiyên êzîdî hene, di roja cejan axwe de şahî lidar dixistin û bi welatiyên din ên heêrmê re cejnin pîroz dikirin. Bernameyên çandî dihatin pêşkêşkirin.

Êzîdiyên Rojava wekî êzîdiyên parçeyên din ên Kurdistanê û yên li cîhanê hemû rêûresmên olî yên Çarşema Sor û cejnên din jî pêk tîn in. Tenê merasîmên rûhî ku li Laleşê pêk tê ji ber ew dûrî wan e, pêk nayîn in.

Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re mafên civaka ku ji aliyê rêjîma Baas hatibû destgirtin careke din hate vegerandin. Li Rojava bû biryar ku Roja Cejna Êzîdiyan "Çarşema Sor" wekî roja betlaneya fermî hate qebûlkirin. Li kantona Efrînê de rêveberiya xwe a Efrînê biryar da ku ola êzdayetî di dibistanên fermî de were perwedekirin.

Lê bi destpêka êrîşên Artêşa Tirk a dagirke rû çeteyên wê ya li ser Efrînê welatiyên êzîdî jî di nav de bi sedan welatiyên Efrînê şehîd bûn ûş birîndar bûn. her wiha hemû şûnwar û mezarên dîrokî yên êzîdiyan hatin ruxandin. Li ser malperên civakî jî dîmên ku çawa çete kevneşopiyên êzîdiyan hildiweşîn in hatin weşandin.

Mal û milkên welatiyên êzîdî bi îdaya ku kafir hatin talankirin, welatiyên êzîdî neçarî ola islamê hatin kirin.

Peykerên Zerdeşet ku li ber Navenda Çandê ya Êzîdiyan hatibû danîn ji aliyê çeteyan ve hate ruxandin, her wiha komele hate şewitandin.

Şengal û Çarşema Sor

Piştî şer û fermanên ku bi serê civaka êzîdî de hat, bi taybet komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê bi serê gelê herêmê ve anîn, bi hezaran welatiyên êzîdî rastî kuştin, tunekirin û destdirêjiyê hatin. Lê bi saya destwerdana hêzên Gêrîla ku ji Çiyayê Qendîlê berê xwe dan herêmê, Laleş hate parastin û rê ne hat dayîn ku çete bighêjin Çiyayê Şengalê. Niha civaka êzîdî li Şangelê piştî Şengal bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin, bi serbestî tê pîrozkirin.

(dc)

ANHA