Rûspiyên Dêrazorê: Em  parçebûna Sûriyê qebûl nakin

Hejmarek ji rûspiyên herêma Dêrazorêê diyar kirin ku divê hemû cîhan li dijî binpêkirin û komkkujiyên dewleta Tirk û guhertina demografîk ku li Sûriyê pêk tîne rawestîn in. Rûspiyan her wiha gotin ku ew ê tu carî parçekirina Sûriyê qebûl nekin.

Rûspiyên Dêrazorê: Em  parçebûna Sûriyê qebûl nakin
18 nîsan, 2018   05:00

ALVA OSÊ / DÊRAZORÊ

Rûspiyên herêma Dêrazorê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji ajansa me re axivîn  û diyar kirin ku dewleta Tirk li Efrînê guhertina demografîk pêk tîne.

Rûspiyê eşîra El-Beraxte El-Dilêmî yê ji bajaroka Bûkemal Mûsa El- Berxûtî derbarê mijarê de got ku ji destpêka şerê li Sûriyê rewşeke zehmet di herêmê de hate jiyankirin û wiha dom kir: "Bûyerên kuştin, talankarî, koçberî û herwekî din bi destê çeteyan hate kirin. Çeteyên DAIŞ'ê di bin navê islamê de ciwanên me qetil dikirin. "

El-Berexutî di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku hêzên navdewletî derbarê vê mijarê de tevnegeriyan û wiha dom kir: "Civaka navdewletî beranberî rewşa ku DAIŞ'ê pêk anî bê deng man. Lê hêzên QSD'ê ket tevgerê û welatî ji çeteyan û kiryarên wan xilas kirin."

El- Berxûtî, destnîşan kir ku duh DAIŞ'ê komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê û guhertina demograftî li ser xaka Sûriyê pêk anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro jî dewleta Tirk li Efrînê wiha dike. Çeteyan li cihên bi ewle bi cih dike. Efrîna ku bi hezaran welatiyên sivîl ên Sûriyê bi cih kir, îro kirine weargeha çeteyan."

El-Berxûtî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê civaka navdewletî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û bê dengiya wan bê deng nemîne û rê veke ku welatiyên resen ên Efrînê vegerin warê xwe.

Rûspiyê eşîreya Eigêdat li bajarê Dêrazorêê Hemûd Ehmed El-Nofel jî derbarê mijarê de wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker parçek ji xaka Sûriyê dagir kiriye.  Efrîna bi ewle dagir kirine û çeteyên xwe û malbatên wan li şûna şêniyên wê yên resen bi cih dikin."

El-Nofel di berdewama axaftina xwe de jî got ku gelê Sûriyê yek gele û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me hemû pîlanên wan ên li dijî Sûriyê nas kirine, ji ber wê em ê rê nedin wan ku cûdahiyê bixin navbera me û îradeya me binpê bikin."

El-Nofel di dawiya axaftina xwe de jî meclîsa ku ji aliyê istxbaratên dewleta Tirk ve hatiye avakirin bibîr xist û ev tişt anî ziman: "Em wekî rûspiyên eşîreyên herêmê qebûl nakin ku kesên wijdanê xwe firotine dewleta Tirk rêveberiya Efrînê bikin.Meclîsa wan a çeteya û wê nikaribe îradeya gelê Efrînê têk bibe."

(dc)

ANHA