Ciwanên Başûr êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin;"Divê Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeran re bibe goristan." Her wiha ciwanan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) weke hevkarê sereke yê dewleta Tirk a dagirker nîşan dan.

Ciwanên Başûr êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
17 nîsan, 2018   16:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Cadeya Salim a Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek lidarxistin.

Di çalakiyê de Akam Erkan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Dewleta Tirk a dagirker piştî Efrînê dest bi operasyonên berfireh kir û bi dehan kêlometre ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê de. Dixwaze dagirkeriya xwe bidomîne. Lewma em pirs dikin, ewên ku xwe weke xwediyê dîrokê dibînin û dibêjin em parêzvanên welatin, çima bêdengin?"

Berê xwe bidin Herêmên Parastina Medyayê!

Her wiha di daxuyaniyê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi tundî hate rexnekirin û hate ragihandin ku PDK rê dide Tirkiyeyê û hevkarê Tirkiyeyê ye û wiha tê destnîşan kirin; "Em bang li tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê dikin, bi rihê Efrînê xwedî li Başûrê Kurdistanê derkevin û bikin goristana dagirkeran. Her wiha li her cihî têkoşînê bikin. Bi rihê Kobanê û Efrînê berê xwe bidin Herêmên Parastina Medyayê. Erka li ser milê hemû aliyên Başûrê Kurdistanê ye lêpirsînê li gel wan kesên berpirsên van êrîşane bikin. Bi taybet Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî."

'Emê 21'ê Nîsanê biçin Biradost'

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Emê di 21'ê Nîsanê de biçin herêma Biradost û emê wir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanê bikin. bi vê boneyê em bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku beşdarî xwepêşandanê bibin."