Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî

Şêniyn Kantona Kobanê, navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo, gundê Hikûmiye ya bajarê Reqayê, bajarê Tebqayê û şehîd Ezîz Ereb di 32ʹyemîn salvegera bîranîna wî de bi bîr anîn. 

Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
Gelê Bakurê Sûriyê û Reqayê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî
17 nîsan, 2018   16:14

SIRÎN

Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê ya Kantona Kobanê merasîma sersaxiyê  li Navenda Çand û Hunerê li dar xist. Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Fermandarê YPJʹê Medya Mihemed, Fermandarê QSDʹê Ebdulezîz Ehmed û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivîn. 

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û dane zanîn ku şehîd Ezîz pêşengê şoreşa azadiyê bû.  Her wiha diyar kirin ku avakirina hêzên QSDʹê berhema têkoşîna şehîd Ezîz Ereb û hevalên wî bû. 

Di dawiyê de soza şopandina riya şehîdan hat nûkirin. 

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo jî li Navenda Çand û Hunerê kom bûn û şehîd Ezîz bi bîr anîn. Destpêkê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Masûm Hesen axivî û da zanîn ku şehîd Ezîz mînaka berxwedana gelan li hember faşîzmê ye û bingeyha biratiya gelan ava kir.  Hesen soza şopandina riya şehîd Ezîz da.

Her wiha Endama Koordînasyona TEV-DEMʹê Medya Mihemed axivî û diyar kir ku şehîd Ezîz tu carî parçebûna gelan qebûl nedikir û biryar da ku ji bo biratiya gelan têbikoşe. 

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo jî berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û beşdarî merasîma bîranînê bûn. Piştî deqeyek rêz, sînevizyonek li ser jiyana şehîd Ezîz hat pêşandan.  Di dawiyê de dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ hatin berzkirin. 

REQA

Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê li goristana şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiye merasîma bîranîna şehîd Ezîz li dar xist. 

Piştî deqeyek rêz, bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Şemse Salih û bi navê malbatên şehîdan ên Kantona Girê Spî Hesen Ibrahîm  axivîn.

Axêveran şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn û soza şopandina riya tevahî cangoriyên azadiyê ji bo pêkanîna jiyana hevbeş dan.  

TEBQA

Merasîma bîranînê li  hola civînan a Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî hat lidarxistin. 

Piştî deqeyek rêz, Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê şanoyek pêşkêş kirin. 

Fermandarê QSDʹê Omîd Gabar jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Ezîz û da zanîn ku bi yekê yekîtiya gelên Kurd û Ereb ava bû.   

 Piştre helbestvan Teysîr Efat helbestek li ser şehîd Ezîz got. 

ANHA

(mm)