Gelê Til Berek şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Til Berek şehîd Ezîz Ereb di 32ʹyemîn salvegera şehadeta wî de bi bîr anîn.

Gelê Til Berek şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn
16 nîsan, 2018   15:35

QAMIŞLO 

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Berek a Kantona Qamişlo, şêniyên herêmê û Endamên Saziyên Civaka Sivîl beşdarî merasîma bîranînê bûn. 

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Elî Umer axivî, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û wiha got, ʺŞehîd Ezîz Ereb bingeha biratiya gelan ava kir û hevgirtina gelên Kurd û Ereb xurt kir. 

Endama Koordînasyona TEV-DEMʹê Medya Mihemed jî da zanîn ku bi hezaran têkoşeran riya şehîd Ezîz Ereb şopandin û felsefeya Rêbertiyê esas girtin.  

Medya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser civînên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin û wiha got, ʺHemû civînên navneteweyî bê encam bûn. Êrîşa li ser Şamê ragihandina şerê di navbera dewletên mezin de ye. Sûriye jî qada vî şerî ye.ʺ

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ û ʺBijî berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû.

(mm)

ANHA