Tevgera Azadî li Raperîn dest bi xebatên hilbijartinê kir

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ku li gel lîsteya hejmara 120 beşdarî hilbijartinên parlamentoya Iraqê dibe, li herêma Raperîn dest bi xebatên hilbijartinê kir. Namzetê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê  ji gel re behsa bernameyên xwe yên pêşerojê bikin kir.

Tevgera Azadî li Raperîn dest bi xebatên hilbijartinê kir
16 nîsan, 2018   16:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Qeladizê ya Îdareya Raperîn a Silêmaniyê  îro nazmetê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Selam Ebdullah ku di lîsteya 120 (Nifşê Nû ) de li rêza 9'emîn de cih digire û namzetê herêma Silêmaniyê ye, bi gel re civiya û behsa erk û xebata wê pêşerojê bike kir.

Piştî deqeyek rêzgirtirina ji bo şehîdên Kurdistanê Selam Ebdullah axivî û got; "Bûyerên ku çend salin li Başûrê Kurdistanê û Iraqê rû didin nedaxwazên gelin. Her alî û her kes dixwazin li gorî berjewendiyên xwe kar bikin. Lewma pêwîste guhertin çêbibe. Guhertin jî divê dûrî berjewendiyên şexsî û armancên kesî bin."

Selam Ebdullah diyar kir ku welatên cîran naxwazin guhertin çêbibe û wiha pêde çû; "Ji ber ku berjewendiyên welatên cîran dikevin metirsiyan naxwazin guhertin çêbibin. Em ne dijminên ti kes û aliyanin. Erk û ximzeta me ji bo bi hev re jiyanbûnê û maf û azadiya hemû gelên herêmê ye. "

'EM Ê BIBIN DENGÊ GEL'

Selam Ebdullah sedemê namzetbûna xwe ya ji bo parlamentoya Iraqê wiha vegot; "Emê proje û dengê gelê xwe bibîne parlamentoyê, eger me nekarî erka xwe baş bikin, divê gel hesab ji me bixwaze. Emê bi fikir û ramanên Rêber Apo biçin Parlamentoya Iraqê. Emê bibin dengê gelê xwe."

Di dawiyê de jî gel pirs û nêrînên xwe pêşkêşî namzetê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Selam Ebdulla kirin û wî jî bersiv da.