Gelê Amûdê: Azadiya Ocalan azadiya gelan e

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona di dirûşmeya ʺAzadiya Ocalan azadiya gelan eʺ de meşiyan.

Gelê Amûdê: Azadiya Ocalan azadiya gelan e
16 nîsan, 2018   14:21

QAMIŞLO

Meclîsa herêma Amûdê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek organîze kir. Di meşê bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên Kongreya Star, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan amade bûn. 

Meş ji navenda YCRʹê dest pê kir, li kolanên navçeyê geriya û ber bi Qada Jina Azad ve herikî. Mevşanan dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Ocalanʺ qîr kirin. 

Li Qada Jina Azad deqeyek rêz hat girtin. Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê ji bo azadiya Ocalan. 

Sarûxan anî ziman ku dê nifşên pêşerojê li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk têkoşîna xwe bidomînin û tolê ji xayînên welat hilînin. 

Endama Rêveberiya Kongreya Star Şehnaz Esed jî bal kişand ser rola jinê di şoreşa Rojava de û da zanîn ku bi saya felsefeya Rêbertiyê jin ji koletiyê azad bû. 

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan bi dawî bû.  

(mm)

ANHA