71 şervan tevlî nava refên QSDʹê bûn

Li Akademiya Şehîd Mîtan ya leşkerî ya li navçeya Til Berek dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû.

71 şervan tevlî nava refên QSDʹê bûn
16 nîsan, 2018   14:15

QAMIŞLO

Di dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Sadiq Til Hemîs de 71 şervanên QSDʹê beşdar bûbûn. Şervanan dersên leşkerî û îdeolojî dîtin. Şehîd Sadiq 12ʹê Tîrmeha sala 2017ʹan di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye.

Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, bi dehan şervan û fermandarên QSDʹê û malbata şehîd Sadiq Til Hemîs amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Fermandar Diyar Til Hemîs ku li Akademiya Şehîd Mîtan dimîne aixvî û bal kişand ser mafê parastina rewa ji bo parastina axa Sûriyê ji terorê. 

Piştre şervanan soza şopandina riya şehîdan û avakirina jiyaneke azad dan. 

Di dawiyê de şervanan dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA