Rûspiyên Dêrazor piştgiriya xwe ji bo QSD‘ê anîn ziman

Rûspiyên êlên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û girîngiya yekîtiya gelê herêmê li hemberî dagirkeriyê destnîşan kirin.

Rûspiyên Dêrazor piştgiriya xwe ji bo QSD‘ê anîn ziman
16 nîsan, 2018   13:20

DÊRAZOR

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê li bajarê Dêrazorê civînek lidar xistin. Civîn li avahiya Têkiliyên Giştî ya QSD‘ê bi amadebûna bi sedan rûspiyên êlên Begara, Egîdat, Şerabîn û Cihêşî hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de ji fermandarên QSD`ê Ferhan Hac Îsa axivî û destnîşan kir ku di aloziya Sûriyê de gelek aliyên ku dixwazin ku destkeftiyên şoreşê têk bibin û ji îradeya gelê Sûriyê berjewndiyên xwe pêk bînin, derketin.

Hac Îsa destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hewl didin bi riya gelê Sûriyê herêmê ber bi aloziyeke kurtir ve bikişînin û got " Gelê Bakurê Sûriyê xeta sêyemîn a biratiya gelan û jiyana hevbeş pejiarand."

Hac Îsa, di nava axaftina xwe de bal kişand ku QSD‘ê di nav xwe de hemû pêkhateyên herêmê digire û ji destpêka hate damezirandin, gelek herêm ji terorê rizgar kirin.

Fermandarê QSD‘ê Ferhan Hecî Îsa di dawiya axaftina xwe de got, "Dagirkeriya Tirkiyê demografiya herêma Efrînê diguhere û çeteyan lê bi cih dikin. Bi saya hevgirtina gelên herêmê pîlanên dagirkeran dê têk biçin."

Di dawiya civînê de, rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyan destnîşan kirin.

(bx)

ANHA