Artêşa Tirk malên welatiyên Efrînê veguhrandin girtîgeha navendî  

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê itasyona tirênê, avahiyên derdora wê û hejmareke ji malên sivîlan ên Efrînê kirin girtîgeheke navendî. Di girtîgehê de sivîl bi awayekî hovane têne eşkencekirin. 

Artêşa Tirk malên welatiyên Efrînê veguhrandin girtîgeha navendî  
Artêşa Tirk malên welatiyên Efrînê veguhrandin girtîgeha navendî  
Artêşa Tirk malên welatiyên Efrînê veguhrandin girtîgeha navendî  
Artêşa Tirk malên welatiyên Efrînê veguhrandin girtîgeha navendî  
Artêşa Tirk malên welatiyên Efrînê veguhrandin girtîgeha navendî  
Artêşa Tirk malên welatiyên Efrînê veguhrandin girtîgeha navendî  
16 nîsan, 2018   12:24

EFRÎN

Li gorî çavkaniyan ji gundê Meydan Ekbes ê girêdayî herêma Racoyê ji ajansa me ANHA`yê re raghandî, artêşa Tirk a dagirker 40 avahiyên li gund kirin girtîgeheke navendî û di nava wan de malên welatiyên sivîl jî  hene.

Her wiha di heman demê de, çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan avahiya istasiyona tirênê, derdora wê, avahiya Pasportan û avahiya kontrolkirina tirênan jî veguhrandin girtîgehê û ew weke herême leşkerî îlan kirin.     

Du jin di bin eşkenceyê de felc bûn

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyan diyar kirin ku ji ber eşkenceyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê du jin bi temamî felc bûn.

Heman çavkanî got ku şêniyên gund qêrîna kesên ku li ser destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têne eşkencekirin, dibhîsin.

Heman çavkaniyan gotin ku armanca artêşa Tirk a dagirker ew e ku gel bitirsînin û wan bidni koçberkirin.

Her wiha çavkaniyan raghandin ku ku hejmareke ji endamên partiyên di bin sîwana ENKS`ê de yên ku alîkariyê didin artêşa Tirk a dagirker û di nava wan de (A.R.Î) yê ji gundê Meydan Ekbes e bi awayekî aktîf alîkariya dagirkeran û çeteyan dike û malên welatiyan nîşanî  wan dike.

Çavkaniyan tekez kirin ku şêniyên gund di rewşeke pir zehmet de derbas dibin û kiriyarên hovane derheqê wan de têne kirin.

(bx)

ANHA