Hersa gel li dijî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê li dijî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê  meşek lidar xistin.

Hersa gel li dijî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe
Hersa gel li dijî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe
Hersa gel li dijî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe
Hersa gel li dijî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe
Hersa gel li dijî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe
16 nîsan, 2018   12:10

QAMIŞLO

Bertekên nerazîbûnê li hemberî polîtîkeyên dagirkeriyê Tirkiyê li Efrînê didome. Pêkhateyên bajarê Dêrikê meşeke li darxistin û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û meclîsa ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Dîlokê hate avakirin, şermezar kirin.

Hevserokên Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk  Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif û Mesûr El-Selûm, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.

Meş ji qada Azadî dest pê kir. Meşvanan di wê navberê de, dirûşemeyên şeremzarkirina dagirkeriya Tirkiyê û silavkirina berxwedana Efrînê hatin qîrkirin.

Meş li nava kolanên sereke yên bajêr geriya û li qada Şehîdan veguherî mîtîngê.

Li vir, rêz hate giritin. Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiyê yên Berxwedana Serdemê bi bîr anî.

Hediya Yûsif her wiha anî ziman ku şerê di vê serdemê de tê kirin, gelê Sûriyê hedef dike û wiha dom kir, "Di şerên cîhanê yên sêyemîn û duyemîn de gelê Ermen û Cihû hatin qirkirin. Şerê niha di şexsê gelê Kurd de hemû gelên Rojhilata Navîn hedef tê girtin. Ji ber ku Kurd dînemîka gelên Rojhilata Navîn e."

Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, li hemberî meclîsa "Xayînan" didome.

Di mîtîngê de, daxuyaniyek ji aliyê Cîgirê Hevserokê Meclîsa Gel a Dêrikê Mûtî Elî ve hate xwendin.

Mûtî Elî, anî ziman ku hemû civînên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bê encam bû û ev tişt domand "Ji civîn heta Astana, yek civîn bi ser neke û aloziya Sûriyê bi dawî nebû, sedemê xwe ew ku gelê Sûriyê esas nedihat girtin.

Mûtî Elî her wiha got, destnîşan kir ku komploya li ser Efrînê berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku felsefeya Neteweya Demokratîk hedef dike ye.

Mîtîng bi dirûşmeya bi berizkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(bb)

ANHA