Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin

YPG`ê nasnameya 8 şervanên YPJ û YPG`ê ku di bersivdayîna êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere  kirin.

Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
16 nîsan, 2018   12:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şervanên YPG û YPJ`ê ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺDi çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi pêşengtiya hêzên me YPG û YPJ’ê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yê girêdayî wî berxwedaneke bêhempa hat nîşan dan. Di qonaxa duyemîn ya berxwedanê de jî derbên giran li dagirkeran tên dayîn. Artêşa Tirk a dagirker serî de bi balafirên şer û her cûre teknîkên pêşketî û bi hezaran leşker û çeteyên xwe bi armanca dagirkirina axa Efrînê êriş kir. Li hember van êrişan hêzên me YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina xaka xwe ji roja destpêkê heya roja me ya îro berxwe didin da ku axa ku hatiye dagirkirin ji dagirkeran rizgar bikin. Bi dehan hevrêyên me bi riheke fedayî têkoşiyan û şehîd bûn.

Em îro nasnameyên 8 hevrêyên me ku li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê ji gelê xwe re eşkere dikin. Weke YPG û YPJ’ê di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên me û tevahî gelê me yê berxwedêr re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê li mîrateya şehîdan xwedî derkevin û bîranîna wan bikin sedemê têkoşîna xwe.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

*****

Nasnav: Andok Amed

Nav û Paşnav: Yusuf Çelebî

Navê Dayikê: Hûlya

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Hec Xelîl / 4 Adar 2018

*****

Nasnav: Aryen Koçer

Nav û Paşnav: Ceylan Kiziltepe

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Rifet

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 7 Adar 2018

*****

Nasnav: Azadî Kurdistan

Nav û Paşnav: Zeynep Dînler

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Vahap

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 26 Sibat 2018

*****

Nasnav: Botan Tote

Nav û Paşnav: Mizgîn Baran

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15 Adar 2018

*****

Nasnav: Delal Qoser

Nav û Paşnav: Mizgîn Toguç

Navê Dayikê: Şerîfe

Navê Bav: Xelîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şiyê / Gundê Senarê / 27 Sibat 2018

*****

Nasnav: Serhed Kolo

Nav û Paşnav: Mustafa Kilinç

Navê Dayikê: Fethiye

Navê Bav: Kazim

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Hec Xelîl / 4 Adar 2018

*****

Nasnav: Sîdar Şer

Nav û Paşnav: Nedîm Oner

Navê Dayikê: Aytan

Navê Bav: Şevket

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / 4 Adar 2018

*****

Nasnav: Şervan Urfa

Nav û Paşnav: Ehmed Kaplan

Navê Dayikê: Meyeser

Navê Bav: Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Kura / 4 Adar 2018

(kc)