190 ciwanên din tevlî nava Q SD`ê bûn

190 ciwan piştî ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin tevlî nava QSD`ê bûn.

190 ciwanên din tevlî nava Q SD`ê bûn
16 nîsan, 2018   11:59

GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Şoreşa Kobanê bi merasîmekê  bi dawî bû. 190 ciwan tevlî dewreya perwerdeyê bûn. Dewreya perwerdeyê mehekê dewam kir.

Fermandarên QSD, endamên Meclîsa Gel a navçeya Silûk û bajarê Girê Spî beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate destpêkirin. Paşê, yek ji fermandarên QSD`ê Şevger Hîmo axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Hîmo di axaftina xwe de serkeftin ji hemû şervanan re xwest.

Hîmo got ew ê heta dawiyê parastina welatê xwe bikin û rêya tekoşîn û berxwedanê dewam bikin.

Di dawiya merasîmê de şervanan soza parastina hemû pêkhataeyan dan.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şehîd Mehmûd Nebo (Şoreş Kobanê) di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye.

(bx)

ANHA