Hêzên Rêjîma Sûriyê li gundewarên Selemiyê dest bi operasyonê kir

Hêzên Rêjîma Sûriyê li gundewarên rojavayî El- Selemiyê ya parêzgeha Hemayê dest bi operasyonên leşkerî kirin. Her wiha balafirên şer li ser herêmê êrîşên xurt pêk anîn.

Hêzên Rêjîma Sûriyê li gundewarên Selemiyê dest bi operasyonê kir
16 nîsan, 2018   11:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Weten a ser bi Rêjîma Sûriyê ve got ku ji bo herêm ji terorîstan were paqijkirin Hêzên Rêjîma Sûriyê li gundewarên rojava yên Selemiyê dest bi operasyonên leşkerî, kirin.

Her wiha rojnameyê tekez kir ku balafirên şer ên Hêzên Rêjîma Sûriyê êrîş li ser navendên El-Nusra yên di navbera gundewarên başûr– rojhilatê Hema û gundewarên bakurê Humsê de  pêk anîn û balafirên şer jî êrîşên dijwar li herêmê pêk anîne.

Li gorî rojnameyê li ser zimanê çavkaniyekî herêmî raghand ku yekîneyên hêzên Sûriyê li gundewarên bakurê Humsê dest bi operasyonên leşker kirin da ku rêyên di navbera herêm û gundewarên di bin serweriya çeteyên El-Nusra de û hevkarên girêdayî wê bigrin.

(bx)