Boris Johnson: Şerê li Sûriyê wê bi hemû hêza xwe dewam bike

Wezîrê Karê Derve yê Birîtanya Boris Johnson got,ʺŞerê li Sûriyê wê bidomtte. Êrîşa leşkerî ya li dijî rêjîma Sûriyê ne ji bo guhertinê ye.

Boris Johnson: Şerê li Sûriyê wê bi hemû hêza xwe dewam bike
16 nîsan, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Birîtanya Boris Johnson têkildarî êrîşa DYA, Fransa û Birîtanya ya li dijî bargehên rêjîma Sûriyê, duh duşemê li ser pirsa rojnamevanan, got, "Ya herî girîng divê were famkirin ku gava hatî kirin ne ji bo guhertina rêya şerê li Sûriyê an jî ji bo guhertina rêjîmê ye."

Li gorî nûçeya Ruetresê, Johnson got, "Mixabin şerê li Sûriyê hê jî bi hêza xwe wê berdewam bike. Lê cîhanê got ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî êdî sibira wan nema."

(bb)