Kêmbûna saetên ceyranê bandor li xebatên pîşesaziya herêma Tebqayê kiriye  

Ji ber dewleta Tirk ava Firatê qut kiriye saetên xebitandina Bendava Firatê hatiye kêmkirin, bi bê yekê re jî saetên ceyranê jî kêm bûye û bandor li xebatên pîşesazî li herêma Tebqayê kiriye.

Kêmbûna saetên ceyranê bandor li xebatên pîşesaziya herêma Tebqayê kiriye  
Kêmbûna saetên ceyranê bandor li xebatên pîşesaziya herêma Tebqayê kiriye  
Kêmbûna saetên ceyranê bandor li xebatên pîşesaziya herêma Tebqayê kiriye  
Kêmbûna saetên ceyranê bandor li xebatên pîşesaziya herêma Tebqayê kiriye  
16 nîsan, 2018   09:37

ESMEHAN UMER / TEBQA

Piştî bajaroka El-Cirniya di 15`ê kanûna 2016`an de ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, xebatên pêşesaziyê jinûva geş bû û rewşa jiyanê her diçû baş dibû.

Mûdîriyeta Ceyranê ya herêma Tebqayê ji ber kêmbûna ava Bendava Firatê ceyarn kêm kir. Ji ber vê yekê şêniyên bajaroka El-Cirniya gelek zehmetiyan dibînin û taybet di warê xebatên pîşesazî de.

Ceyran ku tenê 12 saetan tê, xebatkarên herêma pîşesaziyê  neçar man ku cenetorên ceyranê bikar bînin û ji ber vê yekê mazotê dikirin û ev yek jî dibe sedema bilindbûna berheman. Herwiha dengê cenetoran gelek qarbalixê li bajarok çêdike.

Di vê çarçoveyê de yek ji karkerên beşê pîşesaziyê Mistefa Ehmed El-Hisên da zanîn ku piştî ku ew ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, hemû şêniyên herêmê dest bi kar kirin, lê di vê demê de ji ber kêmbûna av û ceyranê ew  zehmetiyan dibînin.

Hisên di berdewamiya axaftina xwe de got ku Erdoganê faşîst hemû zagonên navdewletî bi qutkirina ava Firatê li ser Sûriyê û iraqê binpê kiriye.

Hisên li ser zehmetiyên ku di aliyê pîşesaziyê de rast wan tê ev tiş anî ziman,"Saetên ceyranê pir kêm e ji ber vê yekê em neçar dimînin ku cenetoran bikar bînin tevî buhaya zêde ya mazotê. Bi vê yekê wê bandoreke mezin li welatiyan bike, ji ber ku xebatên kirîn û firotina tiştên pîşesazî wê êdî buha bibin.ʺ

Xalid El-Emêrî ku ew jî xebatkarekî pîşesaziyê ye bi lêv kir ku ji ber kêmbûna ceyranê ew cenetoran bikar tînin, lê şêniyên derdora herêma pîşesaziyê ji dengê cenetoran ên bilind aciz dibin.

(bx)

ANHA