Dewleta Tirk gurupên din ên çeteyan rêkirin Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografiya herêma Efrînê hejmareke din gurupên çeteyên  Xûta Rojhilat, rêkirin Efrînê.

Dewleta Tirk gurupên din ên çeteyan rêkirin Efrînê
16 nîsan, 2018   10:16

HOGIR NECAR / NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di bin navê avakirina "Kevana Sunî" ya ku dighêje heta herêmên Berava Sûriyê dixwazin ku demografiya Bakurê  Sûriyê biguhrin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji bajarê Minbicê raghandin ku artêşa Tirk gelek gurupên çeteyan ji bajarê Babê bi armanca tunekirina hinek gurupên ku bi dewleta Tirk re Efrîn dagir kirin  û guhartina demogrfiyê, rêdike Efrînê.

Çavkaniyan diyar kirin ku tenê çeteyên Sultan Murad li bajarê Babê dimînin û gotin ku bajarê Babê bûye mîna parêzgeheke Tirkî.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku Meclîsa Herêmî ya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye avakirin endamên wê yekser girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, da ku destûr nedin tu kes li hemberî dagirkeriya Tirk rabe.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku şêniyên bajarê Babê û Cerablûsê destûr nedan ku çeteyên  Xûta Rojhilat di bajarê wan de bi cih bibin, ji ber vê yekê jî artêşa Tirk a dagiker çeteyên xwe ber bi Efrînê ve şandin û malbatên wan di kampan de bi cih dikin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan gotin ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografiya herêmê çeteyên li Babê li gundê Şibîran ku niştecihên wê Kurd in, dikeve aliyê bakurê bajarê Babê 10 km, bi cih kirine. Heman çavkaniyan gotin ku piraniya niştecihên Şibîran Kurd in û artêşa Tirk ew bi darê zorê ji gundê wan der xistine.

(bx)

ANHA