Şaredariya Amûdê projeyên xwe yên havînê eşkere kirin

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Amûdê Emar Hisên got ji bo bedewbûna navçeya Amûdê, wan gelek proje ji bo demsala havînê amade kirine.

Şaredariya Amûdê projeyên xwe yên havînê eşkere kirin
16 nîsan, 2018   08:57

HÎWA MEHMÛD / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi hemû beşên xwe 24 saetan di nava kar û xebatê de ye û xizmeta şêniyên navçeyê dike.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Amûdê Emar Hisên ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Emar di axaftina xwe de ev tişt got,"Yek ji projeyên ku em ê pêk bînin rêyên di navbera navçeyê û gundewarên Amûdê de werin sererastkirin û îsfeltkirin. Herwiha hemû pirsigirêkên  kenalîzasiyonên dê werin çareserkirin û bi taybet li gundê Dîkê yê girêdayî navçeya Amûdê wê toreyên kenalîzasiyonê bi buhaya 8 miliyon L.S werin dayîn."

Emar di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman,"Nêzî 60 ruxstên avakirinê û diyarkirina hejmara qatan hate dayîn. Her kesê ku zagonên şaredariyê pêk neyîne tê cezakirin. Her wiha wê rêgarên bajar werin sererastkirin."

Emar diyar kir ku piştî gazincan şêniyan û bi hatina demsala havînê amadekariyên ji bo veqetandinan cihekî ji bo komkirina çopê têne kirin.

Emar bi lêv kir ku Komîteya Parkan wê daran li geraja navçeyê û parka giştî  biçîne û herwiha wê hemû redîf û qadên bajar werin boyaxkirin." 

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Amûdê Emar Hisên di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo nexweşî li navçeyê belav nebe xebatkarên beşa tenduristyê  dest bi reşandina dermanên mêşûmûran li hemû navçe û gundewrên wê kirin."

(bx)

ANHA