Rojeva rojnameyên Erebî…

Şandeya Rêxistina Qedexekirina  Bikaranîna Çekên Kîmayewî xebatên xwe li Sûriyeyê dide destpêkirin. Amerîka mayîna xwe li Sûriyê ragihand, Di civîna Komkara Ereban destwerdana Îran û Tirkiyê hatin gotûbêkirin.

Rojeva rojnameyên Erebî…
16 nîsan, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de, mûdaxeleyên welatên herêmî û navdewletî di karûbarên Sûriyê de, êrîşa leşkerî ya dewletên Rojavayî li dijî rêjîma Sûriyê, mayîna Hêzên Amerîka di Sûriyê de û nêzîkatiyên Tirkiyê û Îran li hemberî vê yekê, her wiha mijarên din girêdayî welatên Erebî diyar kirin.

Şandeya Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî dest bi xebatên xwe li Dûma dike

Derbarê rewşa Sûriyê, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Şandeya Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmawî dest bi xebatên xwe li Dûma dike" weşand, El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Şandeya «Kîmyewî» dest bi karê xwe dide û pêşnûmeya navdewletî ji bo «lêpirsînê» pêşkêş dike" weşandin.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset got, "Derbarê raporên ku tê gotin çekên kîmyewî li Dûmayê hatin bikarnîn û Şam hatiye sûcdarkirin, paşê jî dewletên Rojavayê wekî bersivdayînê, bargehên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li nêzî paytexta Şamê hedef kir, Şandeya Rêxistina Qedexekirina Bi karanîna Çekên Kîmyawî, roja yekşemê dest bi xebatên xwe yên lêpirsên kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Îngîltere têkildarî êrîşên kîmyewî yên li Sûriyeyê pêşnûmayeke nû pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin. Di pêşnûmeyê de,  mekanîzmeyek nû ji bo lêpirsînê derbarê bikaranîna çekên kîmeywî hate destnîşankirin."

Amerîka li Sûriyê dimîne û ji bo Mosko cezayên nû

Rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê "Washington projeya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê îbtal dike û cezayên nû li ser Moskoyê feriz dike" û El-Şeriq El-Ewset jî girêdayî heman mijarê nûçeyek bi sernavê "Ewrupa banga îbtalkirina projeya Amerîka ya vekişandina ji Sûriyê dike" avêt.

Rojnameya El-Heyat nûçeyek di bin sernavê "Hewl tê dayîn ku êrîş di warê çareseriya siyasî de were bikaranîn" weşand. Li gorî rojnameyê "Piştî êrîşa sê aliyêan, bangawaziyên çareseriya aloziya Sûriyê cardin derketin pêş. Girêdayî mijarê her sê welatan pêşnûmeyek nû pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kirin. Di pêşnûmayê de mekanîzmeyeke nû derbarê  bikaranîna çekên kîmyewî hate dayîn, her wiha tê xwestin ku bila alîkariyên mirovî bênavber bidomin, agirbest têkeve meriyetê û Sûriye tevlî hevdîtinên aştiyê yên di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bibe. Li gel wan jî Washington îşaret bi êrîşeke nû kir ku heger rêjîmê cardin çekên kîmyewî bi kar bîne. Di heman demê de jî cezayên nû li dijî Moskoyê hatie ragihand."

Êrîşa leşkerî..Tirkiyê dixe goleke nû

Rojnameya El-Ereb manşêtên "Mayîna Amerîka li Sûriyê agahiyeke nexweş ji bo Îran bû" û "Piştî êrîşa leşkerî li Sûriyê: Tirkiyê dikeve golek nû" avêt.

Di rojnameyê de hate gotin "Li gorî şîrovekarên siyasî, daxuyaniya Sefîra Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Nicky Healy ku dibêje welatê wê hêzên xwe ji Sûriyê niha nakişîne, peyameke nû ji bo Îranê û paşê ji bo rêjîma Serokê Sûriyê Beşar El-Esed e."

Di berdewamiya nûçeyê de, "Nivîskarê Tirkî Beşar Yakiş, diyar dike ku operasyona leşkerî ya Amerîka li Sûriyê û bikaranîna çekên kîmyewî sedema sereke ya aloziyê ye, ji ber ku hêzên herêmî yên di pevçûnên li ser herêmên de beşdar in, ji bo pêvajoyeke nû tînin li bermaberî hev. Yakiş texmîn dike ku ‘Piştî êrîşa leşkerî ya li ser Sûriyê, Tirkiyê rastî aloziyeke nû tê, tê texmînkirin ku heger Tirkiyê û Amerîka derbarê mijara Mibicê de neghêjin lihevkirinê dê herdu alî li beramberî hevdin werin. Tirkiyê endamek NATO‘yê ye, lê di çarçoveya civîna Astanayê de ber bi aliyê Îran û Rûsyê ve çû. Nivîskar di gotara xwe de dibêje, pêşketinên li Sûriyê îşaretan dide ku Tirkiyê dê bikeve goleke nû."

Civîna Komkara Erebî..

Rojnameyên Erebî her wiha giranî dane civîna Komkara Erebî ku duh li bajarê Zehran a Siûdî hatibû lidarxistin. Di vê derbarê de, Rojnameya El-Heyat sernavê " «Civîna El-Qudis» destek dide siyaeta ewlehiya xwarinê û pêşxistina hevbeş a Erebî", her wiha rojnameya El-Ereb jî sernavê "Ferzenda dawî ji bo zindîkirina hefsengiyên li herêmê" weşandin.

Di nûçeya Rojnameya El-Ereb de hate gotin, "Serokên Ereban, Di civîna 29‘an a li Siûdî hate lidarxistin de, hewl didan stratîjiyeke nû li hemberî aloziyê ku li herêmê rû dide pêş bixînin. Lê dixuyaye ku ev gav ferzenda dawî ya ji bo zindîkirina hefsengiyên li herêmê ye. Li gorî şîrovekaran, ev civîn hewl dide ku herêmên ber bi guhertinan bibe. Ferzenda tekane ji bo welatên Ereban heye, taybet derbarê Îranê, ev ferzend ew e ku têkiliyên welatên rojavayê li beramberî Îranê ber çavan were derbaskirin."

Hemas gefan li Israîl dike

Derbarê rewşa Filistînê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Israîl ragihand (( Tuneleke êrîşan)) a Hemasê li Bakurê Xezayê rûxand" û  Rojnameya El-Heyat jî "Ji Hemas peyama «gefxwarinan» ji bo Israîl" weşandin. Li gorî nûçeya El-Heyat "Tevgera Hemas peyama gefxwarinan  ji Israîl re şand. Di peyamnê de banga vegera koçberên Filistînê yên ku hêzên dagirkeriyê sala 1948‘an de ew neçarî koçberiyê kirine, hate kirin. Endamê Polîtburoya yê Tevgera Hemas Xelîl El-Heya îşaret bi roja 15‘ê Gulanê kir û got, "Ji vê rojê û pê ve gelê me yê Filistînê pêl bi pêk wê bimeşe  û nasekine heta bighêje Qudis û dê çalakiyên Meşa Mezin a Vegerê di roja salvegera nekbe S bighêjhe asta xwe ya herî jor xurt bibe."

Serokê hikûmeta Yemenê ji bo rawestandina aloziya ewlekariyê li End bang dike

Derebarê rewşa Yemenê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi manşêta "Bin Dixir: Ji niha û pê ve şer êdî şer li Eden nabe" avêt. Li gorî nivîsê " Serokê Hikûmeta Yemenê di hevdîtinên şêwirî yên meclîsa bilind a perwerdeyê li Enden duh got ‘Bi hebûna hikûmetê êdî ne şer û ne jî xwîn li Enden nema û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya ewlehî ew ê bixebitin. Her wiha soza rawestandina  girtina siyasetmedaran, îmamên mizgeftan, endamên hêzên ewlekariyê, başkirina rewşa xizmetguzaiyê da."

El-Ebadî sozan dide

Girêdayî amadekariyên hilbijartinên Iraqê, manşêtên cuda derketin pêş, Rojnameya El-Heyat sernavê " El-Abdî soza şerê fesadê û hesbaxwestinê ji berpirsyarên wê dide", her wiha El-Ereb jî sernavê  "Heyder El-Ebadî bi soza tunekirina fesadê dixwaza dengan bikişîne bi aliyê xwe ve" weşandin". Li gorî nivîsa Rojnameya El-Ereb "Heyder El-Ebadî Serokwezîrê Iraqê ku j bo hilbijartinên 12‘ê Gulanê xwe hilbijartiye banga ‘‘Şoreşa‘parastina maliya giştî kir ku li gorî wê bi hezaran dosyayên derbarê fesadê veke."