Li Dufa Rojava 30 ciwanên Filistînî hatin girtin

Li Dufa Rojava ya Filistînê hêzên Îsrîlê 30 ciwan girtin û di operasyona girtinê de 3 ciwan birîndar bûn. Her wiha beldozerên Îsraîlê derbasî Xezayê bûn û dest bi kolandinê kirin.

Li Dufa Rojava 30 ciwanên Filistînî hatin girtin
16 nîsan, 2018   08:44

XEZA

Hêzên Îsraîlê îro di saetên sibê de li herêmên cûda ji parêzgehên Dufa Rojava  dest bi hemleya girtinê kirin.

Li gorî çavkanikyan ku agahî dane nûeçgihanê me, hêzên Îsraîlê girtin ser bajarên Nablus, Cenîn, El-Medîna El-Mûqedesa, Ram El-Ah û Beyt Lehim.

Çavkaniyan diyar kirin ku di encama hemleya girtinê de 30 ciwanên Filistînê bi henceta ku ciwan tevlî xwepêşanan bûne û kevir ser bi wan de avêtine, hatin girtin.

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê raghandin ku li bajarê Nablûsê di navbera hêzên Îsraîl û ciwanên Filistînê de pevçûnên giran derket û di encama wê de 3 ciwan birîndar bûn.

Her wiha nûçegihanê me got ku 4 beldozerên Îsraîlê sînorê di navbera kampa El-Birîc a  Xezayê derbas kirin û dest bi kolandina di nava zeviyên welatiyan de kirin.

Her wiha Hêzên Îsraîlê dem dem di nava zeviyên welatiyan ên li ser sînor kolandinê dike û daran bi hinceta ku şopandina li ser sînor asteng dike, radike.

(bx)

ANHA