Jiyana zarokê 19 rojî di xeteyê de ye, lê gelo wê hawar wî were bihîstin?

Zarokê 19 rojî Ekrem nexweşiya iltîhab di pişika wî de heye û zehmetiyê nefesê dikişîne. Di gel nebûna derfetên tentustiyê li Şahbayê  de jiyana Ekrem di xeteriyê de ye.

Jiyana zarokê 19 rojî di xeteyê de ye, lê gelo wê hawar wî were bihîstin?
Jiyana zarokê 19 rojî di xeteyê de ye, lê gelo wê hawar wî were bihîstin?
Jiyana zarokê 19 rojî di xeteyê de ye, lê gelo wê hawar wî were bihîstin?
Jiyana zarokê 19 rojî di xeteyê de ye, lê gelo wê hawar wî were bihîstin?
12 nîsan, 2018   10:11

ARŞÎN NECAR – SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Ekrem Qedûr ev 19 roj in çavê xwe li dunayê vekiriye. Malbata Ekrem ji kantona Efrînê ye. Piştî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser kantonê malbata Ekrem wekî bi sedan malbatên din neçar bûn ku malên xwe terirk bikin û li xwe li kantona Şehbayê bigirin.

Ji ber zehmetiyên ku dayika Ekerm Sewsen Ebas kişandiye, ango di dema êrîşên dagirkeriyan li ser Efrînê, Ekrem ne di wextê xwe de anî dinê. Ji ber vê yekê jî Ekrem di pişika xwe de îltîhab pê re heye û zehmetiyên nefesê dikişîne.

Alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd û navendên tenduristiyê yên bajaroka Ehres têrê nekirin ku rewşa Ekrem baş bibe. ji ber kêmderfetan li nexweşxaneyên Şehayê rewşa Ekrem her diçe girantir dibe.

Dayika Ekrem, Sewsen Ebas anî ziman ku ew ji neçariyê di odeyek biçûk de ku firehiya wê kêm 3 mitreyan û bê deriyê bi cih bibin. Sewsen got, ji bo zarokekî li ser şîr ev ode ne guncaw e. Barana buharê jî êşa zarokan girtantir kir.

Sewsen ji rêxistinên mirov û kesên xêrxwaz alîkar xwest û got ku rewşa kurê wê Ekrem di xeterê de ye.

Rêveberê Heyva Sor a Kurd Dr.Emar Mihemed anî ziman ku di rewşên mîna ya Ekrem de pêwîstî bi şûşeyên zarokan heye û got "Nexweşxane û şûşeyên zarokan nû tune ne, kadroyên pispor jî di wî warê de kêm in."

Dr. Mihemed her wiha destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd li gorî derfetan alîkariyan pêşkêş dike, ji bo rewşa mîna ya Ekrem heger alîkarî neyîn şandin dê jiyana wî bikeve xeteriyê.

Dr.Emar Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqa mirovan kir ku alîkariyên tenduristiyê pêşkêş bikin.

(bb)

ANHA