Qonaxa yekemîn a sererastkirina kenalîzasiyonên Tebqa bi dawî bû

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê qonaxa yekemîn a sererastkirian kenalîzasiyonê li bajarê Tebqayê bidawî kir.

Qonaxa yekemîn a sererastkirina kenalîzasiyonên Tebqa bi dawî bû
12 nîsan, 2018   10:03

TEBQA

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê projeya sererastkirina kenalîzasiyona bajarê Tebqayê kiribû plana xwe.

Di projeya ku beriya du mehan destpê kir de, toreyên sereke wekî kolana Fayîz Mensûr a ku kolana fireh û kolana Filistînê bi hev dide girêdan hatin sererastkirin.

Herwriha di kar û xebatên sererastkirinê di qonaxa yekem de, toreya kenalîzasyona sûka sebze ya ku dikeve aliyê başûrê sûka navendî û toreyên taxa El-Cahiz a dikeve bakur rojhilatê bajar û hindek nuqteyên di taxa duyemîn û sêyemîn hatin sererastkirin.

Şêniyên bajarê Tebqayê dibêjin ku ev 4 sal in kenaslîzasiyonên herêmê ji aliyê Rêjma Sûriyê ve hatibûn  paşguhkirin.

Şaredariya Gel niha projeya qoxana duyemîn a sererastkirnia xetên kenalîzasyonê nîqaş dike. Tê payîn di qonaxa duyemîn de, wê taxên aliyê bakurê Tebqayê werin sererastkirin.

(bx)

ANHA