Guterres hişyariya ‘Rewşa Sûriyê ji kontrolê derdikeve‘ kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku rewşa Sûriyê ji kontrolê derdikeve. Hate ragihandin ku Washigton û Lundunê ji bo êrîşa li djiî rêjîmê Sûriyê amade ye.

Guterres hişyariya ‘Rewşa Sûriyê ji kontrolê derdikeve‘ kir
12 nîsan, 2018   11:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî kir ku rewşa Sûriyê ji kontrolê derkeve, nexasim ku îhtîmala êrîşên Amerikî li dijî rêjîma Sûriyê li pêş e.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniyeke çapemeniyê anî ziman ku negihiştina Konseya Ewlekariyê di mijara êrîşa li ser Dûmayê tu encamê cihê mixabiniyê ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres destnîşan kir ew "Roja çarşemê bi balyozên her pênc welatên dayîm ê di Konseya Ewelkariyê de peywendî çêkiriye û fikrên xwe derbarê xeteriya rewşê heyî de anî ziman."

Saziyên ragihandinê yê Amerikî diyar kir ku tîma Trump a ewlekariya netewî dê îro pênçşemê bicive û derbarê rewşa Sûriyê de biryar bigire.

Li gorî hin raporan, tevgera balafirên keşfê yên Amerikî yên ji Tîpa "Boeing P-8 Poseidon li ser dereya Spî li beramberî Sûriyê hebû, ev yek nîşan dide ku Amerîka dest bi amadekariyên pêkanîna soza xwe dide.

Rojnameya The Daily Telegraph ragihand ku Serokwezîr Birîtaniya Theresa May ew ji êrîşên li dijî rêjîma Sûriyê re amade ne.