Şengalî: Divê Perlamentera Başûr derbarê dagirkirina Tirkiyê helwesta xwe zelal bike

Fozî Şengalî da zanîn ku dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê ne tenê li dijî partiyek yan jî hêzekê ye, belê ew li dijî hebûn û îradeya gelê Kurd e. Şengalî got divê Perlamentera Başûrê Kurdistanê helwesta xwe derbarê dagirkirina Başûrê ji aliyê dewleta Tirk ve zelal bike.

Şengalî: Divê Perlamentera Başûr derbarê dagirkirina Tirkiyê helwesta xwe zelal bike
12 nîsan, 2018   09:10

DIYAR EHMO / NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di dema dawî de, êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê zêde kirine. Balkêş e ku Hikumeta Herêma Kurdistanê heta niha derbarê dagirkirina Başûr de, tu helwest zelal nekiriye.

Têkildarî mijarê, Sekertêrê Partiya Wîfaq a Kurd Fozî Şengalî ji ajansa me re (ANHA) axivî û da zanîn ku li herêma Rojhilat Navîn û taybet li her çar parçeyên Kurdistanê rewşeke siyasî ya aloz heye û got,ʺDewleta Tir bi gefxwarin û êrîşên li ser Kurdistanê dixwaze  herêmên ku di sala 1920`an de li gorî Mîsaq El-Milî hatine parvekirin, hewl dide dagir bike.ʺ

Çavê Tirkiyê li xeta Mûsil, Kerkûk û Bakurê Sûriyê ye

Fozî Şengalî bal kişand ser polîtîkeyên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê û ev nixand kirʺDewleta Tirk hewl dide ji aloziya ku li herêmê û taybet li Sûriyê û Iraqê çêbûye sûd werbigre û Mûsil, Kerkûk û heta Bakurê Sûriyê û bakurê Helebê dagir bike. Di heman demê de avakirina statuyekî kurdî li herêmê asteng bike. Êrîşên dagirkeriya Tirk ên herî dawî li ser Başûrê Kurdistanê û avakirina bargehên nû  mînaka vê yekê ye.ʺ

Şengalî bi bîr xist ku dewleta Tirk bi rêya daxuyaniyên xwe zelal dike ku ew statuya li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û wiha dewam kir,ʺDagirkeriya Tirk bi rêya hevpeymanên bi Hikumeta Başûrê Kurdistanê di sala 1992`an de û avakirina bargehên leşkerî li Başûr, îradeya gelê Başûr têk bibe.ʺ

ʺDewleta Tirk bi awayekî zelal Başûr dagir dike’

Sekertêrê Partiya Wîfaq a Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk bi behaneya şerê li dijî PKK`ê artêşa xwe derbasî Başûrê Kurdistanê dike û bi awayekî zelal Başûr dagir dike.

Hikumeta Herêma Kurdistanê parçe ye

Derbarê bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser dagirkirina Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve, Fozî Şengalî ev tişt got,ʺHikumeta Herêma Kurdistanê di nava kaoseke hundirîn de dijî û yekitî di navbera hikumetê bi xwe de tune ye. 5 partiyên ku Hikumeta Başûr ava kirine, li hev nakin û her yek li gorî xwe tevdigre, ne tenê dagirkeriya      Tirk li ser Başûr, derbarê pirsgirêkên di navbera Hikumeta Navendî ya Iraqê û Hikumeta Başûrê Kurdistanê naghêjin tu encamê. Ji ber vê yekê jî ew bêdeng in.ʺ

Şengalî got ku divê Perlameneta Başûrê Kurdistanê derbarê dagirkirina Tirkiyê ji Başûr re, helwesta xwe di demeke kurt de zelal bike.

Banga ji bo yekîtiyê

Şengalî bang li hemû hêz û partiyên Kurd û Kurdistanî kir ku yekîtiya xwe di çavçvoeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de ava bikin û wiha domand,ʺHêzên Kurdî di sala 2013/2014`an de komîteyek ji bo kongreya neteweyî ava kirin. Komîteyê rêgez û bingehên ji bo doza gelê Kurd danî. Her wiha hinek xetên stûr ên niştimanî jî danîn. Lê mixabin kongre ji ber hinek alî girêdayî derve bûn û zextên dewletên ku Kurdistanê dagir kirine li ser hinek hêzên Kurdî, pêk nehat.ʺ

Sekertêrê Partiya Wîfaq a Kurd Fozî Şengalî anî ziman ku nelidarxistina Kongreya neteweyî ya Kurdistanî di dema niha de, wê bandoreke neyînî li gelê Kurdistanê bike, ev gav jî dikeve xizmeta dewletên ku Kurdistan dagir kirine û wiha dewam kir,ʺHêzên Kurdî pêwîstiya xwe hene ku di nava xwe de lihevkirinê çêbikin da ku siyaseta giştî ya gelê Kurdistanê diyar bikin.ʺ

Fozî Şengalî di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi bîr xist,ʺDagirkirin û êrîşên dewleta Tirk li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê ne tenê li dijî partiyek yan jî hêzekê ye, lê belê li dijî hebûn û îradeya gelê Kurd e. Ev êrîşana li dijî hemû projeyên Kurdan in, Rêveberiya Xweser yan jî Federalî yan jî  dewlet be.ʺ

(kc)

ANHA